‘Êrîşa Lîceyê êrîşa li dijî aştiyê ye’
‘Êrîşa Lîceyê êrîşa li dijî aştiyê ye’
‘Êrîşa Lîceyê êrîşa li dijî aştiyê ye’
Konê Çareseriya Demokratîk ku ji bo meşa demokratîk a HPG'ê bişopîne li Gundê Engesorê ya navçeya Tetwanê hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.
Konê Çareseriya Demokratîk ku ji bo şopandina meşa çareseriya demokratîk a HPG'ê li Gundê Engesorê yê Tetwanê hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin. Îro heyata Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê kon ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman. Di ziyareta kon de Sekreterê HDP'ê yê Bedlisê Hamza Ozkan axaftinek kir û diyar kir ku, ev êrîşa li dijî welatiyên Lîceyê yên avakirina qereqolan pêk anîn, li dijî aştiyê û pêvajoyê pêk hatiye.
Ozkan, da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê Newroza Amedê de banga dîrokî kiriye û wiha got: "Li ser vê bangê gerîlayên HPG'ê vekiyan dervê sînor. Hem PKK'ê û hem gelê Kurd berpirsyariya xwe pêk anî. Niha pêngava duyemîn destpê dike. Li gel aliyê kurdan gav avêt jî hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd û Rêberê Gelê kurd zimanê şer bikar tîne. Înşaeta qereqolan berdewam dike. Êrîşa leşkeran a li Lîceyê êrîşa li dijî aştî û pêvajoyê ye. Em vê êrîşa li dijî gelê bê çek pêk hat şermezar dikin û em dê heta dawî vê dozê bişopînin. Em wekî Kongreya Gelan a Demokratîk dibêjin gelê me dê heta dawî li aştiyê xwedî derkeve.
Ozkan êrîşên li Parka Geziyê jî şermezar kir û binçavkirin û girtina endam û rêveberên Partiya Sosyalîst û Demokrat (SDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê şermezar kir. Ozkan, kesên di komkujiya Otela Madimakê de hatin qetilkirin jî bibîr anî û xwest kujer bên darizandin.