Êrîşa li dijî konê çareseriyê hat şermezarkirin

Êrîşa li dijî konê çareseriyê hat şermezarkirin

Serdagirtina leşkeran a konê çareseriyê yê ji aliyê DOKH'ê ve bi armanca vekişîna gerîlayên  HPG'ê bişopînin li Gundikê Melê hatibû bedan ji aliyê sedan kesan ve li heman qadê hate şermezarkirin.

Tevgera Jinên Azad û Demorkatîk (DOKH) bi armanca pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê bişopîne li bajaroka Gundikê Melê yê Şirnexê "Konê Çareseriya Demokratîk" vedabû. Şevê din saet di 3.30'an de bi sedan leşkerên girêdayî Tabura Mîllî ya Gundikê Melê û 23'yemîn Fermandariya Tumena Cendirmeyan a Şirnexê bi ser kon de girtin. Di serdagirtinê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên DOKH'ê hatin desteserkirin. Welatiyên li kon nobet digirtin diyar kirin ku leşker bi 17 wesayîtên zirxî û dehan leşkerên dimeşiyan ketin qadê. Rêxistinên BDP'ê yên Şirnex, navçe û bajarokan ên agahiya serdagirtinê girtin bi gel sedan welatiyan çûn qadê. Girseya hate qadê daxuyanî da û serdagirtina leşkeran şermezar kir. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Hamî Aktî daxuyanî xwend û sipasî ji welatiyên xwedî li kon derketin kir û wiha got: "Şevê din saet di 3.30'an de leşkerên ayîdî Artêşa Tirk bi ser konê me de girt û al û pankartên me destserkirin. Em helwesta wan şermezar dikin. Ev yek jî tê wateya çareseriyê baş nanirxînin e. Em bang li hemû gelê Şirnex û Botanê dikin ku sibê saet di 10.00'an de bên virin û xwedî li "Konê Çareseriya Demokratîk" derbikevin dikim. Em dixwazin hemû gelê me bi rihê seferberiyê xwedî li konê xwe derbikeve."