Erêkirina Peymana Avhewayê bi welatên bi pêş dikeve ve girêdayî ye

Peymana Avhewayê ya di meha Kanûnê de li Parîsê hat qebûlkirin, tê payîn di 22'ê Nîsanê de bi merasîmeke fermî were îmzekirin. Ji bo peyman bikeve meriyetê, erêkirna 55 welatan divê.

Peymana Avhewayê ya di meha Kanûnê de li Parîsê hat qebûlkirin, tê payîn di 22'ê Nîsanê de bi merasîmeke fermî were îmzekirin. Ji bo peyman bikeve meriyetê, erêkirna 55 welatan divê. Hînê nayê zanîn welatên bi pêş dikeve wê mora xwe deynin binê peymanê yan na.

Bi peymana di konferansa avhewayê COP21 a li Parîsê hat qebûlkirin re tê xwestin germahiya global heta dawiya vê sed salê di asta zêdebûna du pileyî de bê ragirtin û gazên zerarê didin atmosferê bên kêmkirin. Li gorî vê peymanê wê welatên dewlemend ji sala 2020'an û pê ve 100 mîlyar dolar alîkariya avhewayê bidin welatên bi pêş dikevin.

HERÎ KÊM DIVÊ 55 WELATÊN JI SEDÎ 55 Ê BELAVKIRINA GAZÊ BERPIRSYAR IN, ERÊ BIKIN

Lê belê ji bo peyman piştî sala 2020'an bikeve meriyetê, divê herî kêm ji aliyê 55 welatên ji sedî 55 ê belavkirina gaza serayê berpirsyar in were îmzekirin û ji aliyê parlamentên van welatan ve bê erêkirin.

Di 22'ê Nîsanê de wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de merasîma îmze avêtinê bê lidarxistin. Serkêşiya welatên dan xuyakirin ew ê tevlî vê merasîmê bibin DYA û Çîn dikin. Ev her du welat ji sedî 40 ê belavkirina gaza serayê berpirsyar in.

DYA sozê dide ku gaza serayê heta sala 2015'an daxîne asta sala 2005'an a ji sedî 26'an. Çîn jî sozê dide ku piştî sala 2030 wê belavkirina gazê zêde nebe.

Tê payîn, hikûmet û parlamenta Çînê vê peymanê erê bike. Ji ber ku şertên peymanê li ser esasê dildariyê ye, rêveberiya Obama erêkirina Kongreyê by-pass kiribû. Naxwe wê ji aliyê Komargerê alîgirê eneriya petrol, gaz û komirê ne, peyman bihata blokekirin.

ENDÎŞEYA 'DIBE KU XIZAN NEXWAZIN ŞENSÊ XWE YÊ BAZARIYÊ WINDA BIKE'

Tê payîn piraniya welatên Ewropayê peymanê erê bikin. Helwesta welatên bi pêş dikeve, tê meraqkirin.

Saziyeke ramanê ya bi navê Third World Network a navenda xwe li Malezya ye di nava hefteyê de bang li welatên Ereb kiribû, ku ev bang tê nîqaşkirin. Vê saziyê di banga xwe de pêşniyar hatibû kirin ku peymana avhewayê bi lezgînî îmze neke, bi saya vê yekê re di mijara alîkariyên avhewayê de zextê li welatên dewlemend bike.

Wekî din, helwesta welatên xizan jî tê meraqkirin. Gelek welat di wê baweriyê de ne, ku alîkariya madî ya ji 100 mîlyar dolarî dibe ku têrê neke.