Erdogan: Emê qet ji pêvajoya çareseriyê venegerin
Erdogan: Emê qet ji pêvajoya çareseriyê venegerin
Erdogan: Emê qet ji pêvajoya çareseriyê venegerin
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di merasîma vekirina Balafirgeha Çewlikê de ji bo pêvajoya çareseriyê got, "Emê ti carî jê venegerin."
Di merasîma vekirina Balafirgeha Çewlikê de Erdogan behsa "xizmetên" dema deshilatdariya xwe kir.
Erdogan got, "Emê di hefteya pêş de Balafirgeha Kastamonû vekin. Ji vê derê em mizgîniyê didin Şirnexê. Eme Balafirgeha Şerafettîn Elçî vekin. Bi 26 balafirgehan em hatin, îro em 50 balafirgehan derbas dikin. Rêya hewayî rêya gel e. Emê şertên wê jî bi pêş bixin. Ji ku derê em hatin ku derê."
Erdogan, pêvajoya çareseriyê nirxand lê behsa gavên ewê bavêjin nekir û qala "provokasyonan" kir.
"EM DI HAYA BERPIRSYARIYÊN XWE DE NE"
Erdogan diyar kir ku wan her şêweyên sabotajan derbas kirine û hatine roja îro û got, "Em di haya berpirsyariyên xwe de ne. Me dizanîbûn wê li dijî pêvajoya çareseriyê her şêweyên lîstikan bên lîstin. Hin hêz hene ji serketina pêvajoya çareseriyê aciz in û naxwazin Tirkiye bi awayekî xurt bi pêş ve biçe."
Erdogan, komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê, êrîşa li dijî navenda giştî ya AKP'ê, teqîna li Reyhanli û berxwedana Parka Gezî weke "provokasyona" li dijî pêvajoya çareseriyê nirxand. Erdonga berxwedana Parka Gezî li gorî xwe biçûk xist û got, "Emê bi ya wan nekin. Emê bi ya mirovên li tencere tawa dixin, nekin. Ev mirovên gelê xwe bêzar dike, ne di nava lêgerîneke demokratîk de ne. Di nuqteya hawirdorparêziyê de, bi qirêjiya teqûreqê re, hawirdorê dikujin."
Erodgan diyar kir ku ewê ti carî ji pêvajoya çareseriyê venegerin û got, "Ji bo rondikên çavan ên dê û bavan bisekinînin, emê di rêya xwe de dewam bikin. Kî dibe bila bibe yên hewl bidin vê pêvajoyê têk bibin, wê ji binê vî gunehî nikaribe rabe, nikaribe hesabê bide. Em dixwazin ew jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Eger hûn xwedî li vê pêvajoyê derkevin, ev pêvajo wê teqez bigihêje armanca xwe."