Erdogan: Em berpirsyartiya xwe bicih tînin’

Erdogan: Em berpirsyartiya xwe bicih tînin’

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan piştî vekirina Balefirgeha Çewlikê, piştî xwarina îftarê têkildarî rojevê daxuyanî da. Erdogan têkildarî pêvajoyê got: “Ger sabotaj û provokasyon çêbibin jî, berpirsyartiya ku dikeve ser milê me em dê pêkbînin.”

Recep Tayîp Erdogan ji ber ku di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêngavên şênber na avêje pir tê rexne kirin, li Çewlikê piştî xwarina îftarê daxuyanî da û îdiakir ku, “Eger di pêvajoya çareseriyê de sabotaj û provokasyon çêbibin jî, berpirsyartiya ku dikeve ser milê me em pêktînin.”

KCK ŞIYAR KIRIBÛ

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Murat Karayilan, di hevpeyvîna li gel ANF’ê a 11’ê Tirmehê de hikumet şiyar kiribû: “Girtîgeh ji siyasetmedarên Kurd dagirtîne. Evane hemû pêvajoyê dixin zehmetiyê. Bila her kes bizane ku heftiya pêşiya me pir girînge. Eger helwesta hikumetê ya niha berdewam bike dê pêvajo bixetime. Niha nexetimiye lê hatiye ber xetimînê. Me li Lîceyê dît êrîşî gel kirin, li ser gelê me pêkûtiyek mezin heye. bikurtahî ev polîtîkayên AkP’ê ên nediyarin êrîşî gelê me dike û li Parka Gezî bêtehemuliyek mezin dike, ev nêzîkatî pêvajoyê ber bi xitimandinê ve dibin û dibe jî. Bi kurtahî em li benda pêngavên me îqna bikini, eger ev pêngav neyên avêtin, vê pêvajoyê ew dixetimînin û berpirsyartî ser wane.”