EPA: Divê belavkirina gaza metan a li DYA bê kêmkirin

Ajansa Parastina Hawirdorê ya Amerîka (EPA) pêşniyar kir, ku rêjeya gaza metan a ji pîşesaziya petrol û gazê ya li DYA tê belavkirin, bê kêmkirin.

Ajansa Parastina Hawirdorê ya Amerîka (EPA) pêşniyar kir, ku rêjeya gaza metan a ji pîşesaziya petrol û gazê ya li DYA tê belavkirin, bê kêmkirin.

Rêvebera EPA Gîna McCarthy der barê mijarê de agahî da û ji bo aboriyeke xwe dispêre enerjiyeke paqij derkeve pêş xwest, çavkaniyên enerjiyê yên weke gaza xwezayî ku derdorê kêm gemarî dike, bê bikaranîn. McCarthy pêşniyar kir ku hilberîna enerjiyê 'hîn bêhtir bi berpirsyarî û zelalî' were meşandin û tenduristiya cemaweriyê bê parastin. McCarthy destnîşan kir ku bi kêmkirina belavkirina gazê re dikare pêşî li guherîna avhewayê jî bê girtin.

Di nava armancên ajansê de, kêmkirina 300 hezar heta 362 hezar metrîk ton a belavkirina rêjeya gaza metan heye, ku dixwaze heta sala 2025'an xwe bigihîne vê armanca xwe. Ev yek jî bi qasî 7,7 heta 9 ton karbondîoksît (CO2) e.

Gaza metanê, di nva gazên xwedî bandora sera de, piştî CO2 gaza herî zêde li DYA tê belavkirin e. Tê texmînkirin ku ji sedî 30 ê gaza metanê ji aliyê endustriyên gaz û petrolê ve tê belavkrin.

EPA her wiha dixwaze heta sala 2025'an, bi qasî 170 heta 180 hezar ton belavkirina gazên din ên tebeqeya ozonê, kêm bike. Di nava van de gazên bi navê benzen û toluen jî hene.

Li gorî EPA rêjeya gaza metan a ji ber hilberîna petrol û gazê li DYA di navbera salên 1990 û 2015'an de hatin berdan, bi rêjeyek ji sedî 16 kêm bûye û eger tedbîr were stendin wê heta sala 2025'an ev rêje bibe ji sedî 25.

Tevî helwesta rêveberiya Obama ya alîgiriya vê yekê jî, Komargerên piraniya kursiyên Kongreya DYA di destê wan de ne, li dijî hemû projeyên pêşîgirtina li guherîna avhewayê derdikevin. Komarger, ji hawirdorê bêhtir fikarên li ser aboriyê derdixînin pêş.