English PEN’ê banga lêpirsîna serbixwe kir
English PEN’ê banga lêpirsîna serbixwe kir
English PEN’ê banga lêpirsîna serbixwe kir
Navenda Yekitiya Nîviskarên Navnetewî Îngîlîz PEN’ê ji serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan re der barê binpêkirinên mafan û azadiya fikr û ramanê de nameyeke vekirî şand.
Di nameyê de balkişandin ser şîdeta polîsan a di dema berxwedana Parqa Gezî de û ji hikûmeta AKP’ê hat xwestin ku bila di bûyerên şîdetê de lêpirsîneke serbixwe bê meşandin.
Nameya ku PEN’ê ji Erdogan re şandiye wiha ye:
Brêz Serokwezîr,
Em li ser navê English PEN’ê, bi taybet me mafê azadiya ramanê û civînên aştiyane li ber çavan digirin û me xwest em fikarên xwe yên di bûyerên li Tirkiyeyê yên di dawiya meha Gulanê de dest pê kir bînin ziman.
Englîsh PEN, şîdeta bê sînor a polîsan ya li dijî berxwedêrên Parqa Gezî protesto dike. Li gorî daneyên Yekitiya Tabîbên Trik herî kêm 7.800 kes birîndar bûne û herî kêm 4 kes jî mirine. Em wek Englîsh PEN, tişta ku me zêde dike fikrê eve ku birayê me yê yekitiya PEN’ê yê Tirkiyeyê Ahmet Şik jî di navde gelek rojnameger û nivîskar birîndar bûne.
Em bang li rayedarên tirk dikin ku bila polîsên berpirsyar lêpirsîn bike. Her wiha binçavkirina welatiyan jî me dixe nava fikarin. Ev welatî mafên wan yên azadiyê û civînê heye. Girtin û binçavkirin ew xistine fikarê. Bi taybet em ji bo hevalên xwe yên rojnameger û nivîskar bi fikarin.
Em bang li rayedaran dikin ku demildest hemû kesî serbest berdin. Her wiha nûçeyên der barê tehdîta mirinê û çavtirsandinê jî me dike nava fikaran. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyariya xwe bînin cih. Her wiha hêmayeke din ya me dike fikaran eve ku çapemeniya tirk xwepêşendan baş nîşan nedan. 4 kanalên TV ji ber geşedan baş nîşandan hatin cezakirin.
Em bang li rayedar û xwdiyên çapemeniyê idkin ku bûyeran bê tirs biweşînin.
Ji ber ku di çapemeniya sereke de nûçe bi sînor hatin dayîn, hem çapemeniya civakî û hem jî ya biyanî roleke girîng lîstin. Ji ber vê jî em şîroveya we ya li ser Twîtterê ya wek ‘Çapemeniya civakî gefa herîm ezin li hemberî civakê ye’ em wek şikestina cesaretê dibînin.
Em bang li rayedran dikin ku dema bikarhênerên çapemeniya civakî û bikaranîna çapemeniya civakî lêpirsîn dike divê li hemberî mafên wan rêzdar be.
Em wek saziyeke ku li Îngîlîstan û seranserê cîhanê nivîskaran temsîl dikin, têkiliyên me yên xurt bi nivîskarên Tirkiyeyê re jÎ hene. Em piştgiriyê didin azadiya wan. Dewleteke ku peyamana Mafê Siyasî û Kesane ya Ewropayê, Peymana Navnetewî ya Mafên Siyasî û Kesane îmze kiriye, divê mafan jî bike bin parastinê.
Em bersiva ku hun bidin banga me dê bi kêfxweşî pêşwazî bikin
Silav û rêz,
Jo Glanville, Director, English PEN