Endamên DBK, li Dûma'yê hevdîtinan dikin

Endamên DBK, li Dûma'yê hevdîtinan dikin

Hevdîtinên Şandeya Desteya Bilind a Kurdistanê yên li Moskowayê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Salih Muslim û Sînem Mûhamed li Parlamenta Dûma danûstandinan pêk tînin.

Endamên Şandeya Desteya Bilind a Kurdistanê, ku li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatin Rûsyayê, danûstandinên xwe dewma dikin.

Di vê çarçoveyê de, endamên Şandeyê Salih Muslim Û Sînem Mûhamed, wê îro bi parlamenterê Meclîsa Dûma Aleksîs Mitrafanov re hevdîtinê bikin. Tê payîn, herdu endamên şandeyê danûstandinên xwe yênli Rûsyayê di nava du rojan de temam bikin û ji Moskowayê veqetin. 

Di vê navberê de Berdevkê Şandeyê Ahmet Silêman, endamên şandeyê Îsmaîl Hemê û Siûd Mele hevdîtinên xwe temam kirin û doh êvarî ji Moskowayê veqetiyan.