Endamê Koma Çareseriyê yê girtî, cara duyemîn felç derbas kir
Endamê Koma Çareseriyê yê girtî, cara duyemîn felç derbas kir
Endamê Koma Çareseriyê yê girtî, cara duyemîn felç derbas kir
Li Girtîha Tîpa E ya Mêrdînê Endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Huseyin Îpek, diyar kir ku 2'emîn car felca rû derbas kir û ger ku neyê dermankirin dê dê bi temamî felç bibe ango xwîn biçe ser mejiyê wî.
Endomê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Huseyîn Îpek ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'e Cotmeha 2009'an de bi koma Mexmûr û Qandîlê re hat Tirkiyeyê. Huseyîn Îpek ku li gel Koma Çareserî û Demokrasiyê di Sînorê Xabûrê re hat Tirkiyeyê, di der barê wan de doz hat vekirin û jê 10 ke hatin girtin.
Endamê Koma Aştiyê Îpek, pişti ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mîdyatê, Îpek, dema girtî bû ji ber tansiyona bilind felca rû derbas kir. Îpek ku felç derbas kir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê kirin. Îpek, di 17'ê Hezîrana 2010'an de nameyek ji malbata xwe re şandibû û diyar kiribû ku felç derbas kiriye. Îpek, piştî ku sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat kirin dîsa nameyek ji malbetê re şand û diyar kir ku cara duyemîn felca rû derbas kiriye. Îpek, da zanîn ku dema dîsa felç derbas kir,. ew sewqî nexweşxaneyê hat kirin, lê bêyî ku wî muayine bikin dîsa şandin girtîgehê. Îpek, anî ziman ku ger neyê dermankirin û disa felç derbas bike dibe ku xwîn biçe ser mejiyê wî û niha rewşa wî talûke ye. Xwest bi lezgîn ji bo rewşa wî gav bên avêtin û zagon bên amadekirin. Îpek, da zanîn ku tiştek bi serê gritiyên nexweş bê berpirsiyar hikûmeta AKP'ê ye.