Endama PYD’ê li Şamê hate girtin

Endama PYD’ê li Şamê hate girtin

Hêzên rejîma Sûriyê endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rewşen Bekir, li Şamê girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rewşen Mihemed Bekir di 14'ê Mijdarê de dema dixwest ji bajarê Şamê bi balafirê biçe bajarê Qamişlo li balafirgeha Şamê ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hate girtin.

Hêzên ewlekariyê îdia kirin ku wan Rewşen Bekir negirtiye, lê kesên ku bi wê re bûn diyar kirin ku hêzên rejîmê li balafirgeha Şamê ew girtine.

Rewşen Bekir demek beriya niha ji ber nexweşiya xwe, bi armanca dermankirinê çûbû bajarê Şamê.