Encamnameya Komcivîna KCD’ê aşkere bû

Encamnameya Komcivîna KCD’ê aşkere bû

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi şîara "Bi Rizgariya Demokratîk em pêşeroja azad înşa bikin" Kongreya Giştî ya Awarte pêk anî. KCD'ê piştî kongreya 2 rojan encamname diyar kir. KCD'ê di encamnameyê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din bi sekna xwe ya li hemberî tecrîda giran rêberiya xwe îspat kir û wiha got: "Berxwedana Dîrokî ya Greva Birçîbûnê ya li zindanan nîşanî hemû cîhanê da ku polîtîkayên ewlehiyê êdî pere nakin û bêwate ne. Di çarçoveya geşedanan de Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest bi pêngava ‘Bi Rizgariya Demokratîk Avakirina Jiyana Azad’ kir. Divê ku em bibêjin ku mantiqa bingehîn a vê pêvajoyê ku wek Çareseriya Demokratîk tê binavkirin, ne nû ye û nêzikî 20 salan e ku bergeha tevgera Kurd e, nêrîna tevgera Kurd a li vê meseleyê ye. Herçiqas ev polîtîka îro êdî nikaribin bên sepandin jî, bandorên wan hîna berbiçav in. Muxatabê esasî yê vê pêvajoya ku li hemû Tirkiyeyê hêviyên mezin afirandiye Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo Birêz Ocalan karibe mîsyona xwe ya ji bo çareseriyê pêk bine divê Birêz Ocalan azad bibe."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi şîara "Bi Rizgariya Demokratîk em pêşeroja azad înşa bikin" Kongreya Giştî ya Awarte ku 2 rojan berdewam kir li salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'a Amedê bi tevlêbûna 700 delegeyên pêk hat. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li salona kongreyê pankarten "Em bi rizgariya demokratik jiyana azad ava bikin", "Jiyana azad Kurdistana azad", "Qirkirina Roboskî", "Jin yekîtiya neteweyî silav dikin" hatin vekirin. Dîsa wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Gelek delege jê bi cilên neteweyî tev li kongreyê bûn. Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu, Ozdal Uçer, Sebahat Tuncel, Halîl Aksoy, Nursel Aydogan, Emine Ayna, Sirri Sureyya Onder, Îbrahim Bînîcî Rêveberên BDP'ê yên bajaran û şaredarên herêmê amade bûn. Li ser tespîta girîngiya pêvajoya piştî manîfestoya Rizgariya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza dîrokî ya 2013’an eşkere kir, bi rojeva nirxandina pêvajoyê dest pê kir. Meclîsa Partiyê ya BDP’yê û hevserokên bajaran re civiyan. Piştî nirxandinên pêvajoyê, li ser biryarên ku dê rewşa nû ronî bikin hat sekinîn. Nîqaşên gelekî kûr û berfireh hatin kirin. Nîqaşên me yên du rojan ji bo nêzikahiya pêvajoya nû û gavên me yên piratîkirinê encamên girîng derxistin.

'JI BO PÊVAJO BÊ FAMKIRIN DIVÊ BÛYERÊN HERÊME BAŞ BÊN FAMKIRIN'

Di encamnameyêde hat diyarkirin ku wek gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha hat gotin: "Ji bo famkirina vê pêvajoya dîrokî ya ku em dijîn, divê ku em beriya her tiştî bûyerên ku vê dawiyê li herêma me diqewimin baş fam bikin. Di destpêka sedsala 20’emîn de, Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên pergala kapîtalîst a cîhanê bi awayekî sûnî ji nû ve hatiye teşedan û teslîmî dîktatoriya ku temsîliyeta herêmî ya pergalê ye bûye. Nîşaneyên kaosê yên ku pergala kapîtalîst bixwe ketiyê, bi awayekî pir zelal li Rojhilata Navîn tên jiyîn. Bûyerên ku di du salên dawîn de li Rojhilata Navîn pêk hatine nîşaneyên vê yekê ne ku êdî pergal bi vî awayî nikare li vir bijî. Ev rewş nayê wê wateyê ku her tişt normal e, berevajiyê vê yekê nîşaneya pêvajoyeke gelekî girîng a têkoşînê ye. Li aliyekî hêzên alîgirên statûkoya hişmendiya îktîdarparêz a ku wek naverok neguheriye, li aliyê din, her wekî sed sal berê, hêzên ku dixwazin pergaleke li gor berjewendiyên xwe biafirînin ên xwedî hişmendiya kapîtalîst hene. Ji bilî van her du aliyan, hin hêzên demokratîk ên ku dixwazin jiyaneke demokratîk û azadîparêz biafirînin jî hene. Gelê kurd jî serkêşiya van hêzan dike."

'PERGALA SEDSALA 20'AN HNERI ZÊDE GELÊ KURD MEXDÛR KIRIYE'

Di berdewama encamnayeê de hat zanîn ku di sedsala 20’emîn de, pergala ku hatiye afirandin herî zêde gelê Kurd nehesibandiye û mexdûr kiriye û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê normal e ku guherînên li Rojhilata Navîn ên ku tên jiyîn herî zêde li ser Kurdan bandor dikin. Em bandorên van guherînan ên li ser Kurdan û bertekên kurdan ên li hemberî van guherînan bi awayê herî zelal li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Kurd bi hêza xwe ya xweser, li hemberî pergala ku wan tune dihesibîne ya li Rojavayê Kurdistanê pergala xwe ya azad û xweser ava dikin. Kurd li wê derê bi rêzgirtina li hemberî mafê hemû mirovên ji her baweriyê û ji her gelî û bi afirandina dada jiyana hevpar ber bi dahatûya ronî ve dimeşin. Civîna me ya giştî, ji ber vê yekê, polîtîkayeke neteweyî û rêxistineke yekgirtî û piştgiriya bi Rojava re wek peywira her kurdî dibîne."

'DEWLETÊ DI HILBIJARTINA 2011'AN DE XWEST KURDAN TASFIYE BIKE'

Di direjahiya encamnameyê de li ser polîtîkayên hikûmet û dewletê jî hat rawestandin û wiha berdewam kir: "Tirkiye jî divê ku di çarçoveya vê yekê de bê fikirîn. Piştî hilbijartinên 2011’an, dewletê xwest ku vê konjokturê ji bo tasfiyeya tevgera Kurd û afirandina polîtîkayeke ku hatiye nûkirin a înkara gelê Kurd bike dewrê. Di vê çarçoveyê de gelek êrîşên ku wek polîtîkayên ewlehiyê tên binavkirin hatin kirin. Dixwestin ku tevgera siyasî ya kurdan bi operasyonên qirkirinê yên siyasî tasfiye bikin û têkoşîna kurdan bi hişmendiyeke leşkerî bêhêz bikin û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah ÖCALAN jî bi tecrîdeke girankirî bêbandor bihêlin. Bersiva Gelê Kurd a li hemberî van polîtîkayan bi berxwedaneke giştî mora xwe li sala 2012’an xist. Gelê me kolan bi kolan bi rihekî serhildêr berxwedana demokratîk bilind û belav kir. Gelê Kurd xwedî li saziyên xwe yên siyasî derket û operasyonên qirkirinê yên siyasî bêwate kir. Pratîkên li Şemzînan û Çelê bûn belgeyên pûçkirina nêzikahiyên leşkerî yên li hemberî vê pirsgirêkê."

'SEROKÊ GELÊ KURD OCALAN CAREKE DIN RÊBERIYA XWE ISPAT KIR'

Di dumahiya encamnameyê de li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rawestandin û wiha dirêj kir: "Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan jî careke din bi sekna xwe ya li hemberî tecrîda giran rêberiya xwe îspat kir. Herî dawiyê jî Berxwedana Dîrokî ya Greva Birçîbûnê ya li zindanan nîşanî hemû cîhanê da ku polîtîkayên ewlehîparêz êdî pere nakin û bêwate ne. Di heman demê de guherînên li Rojhilata Navîn ên ku me li jor behs kirin nîşan dan ku êdî Gelê Kurd aktoreke gelekî girîng e. Civîna me ya Giştî pêşveçûna vê pêvajoyê di vê çarçoveyê de dinirxîne. Di çarçoveya van geşedanan de Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah OCALAN dest bi pêngava ‘Bi Rizgariya Demokratîk Avakirina Jiyana Azad’ kir. Divê ku em bibêjin ku mantiqa bingehîn a vê pêvajoyê ku wek Çareseriya Demokratîk tê binavkirin, ne nû ye û nêzikî 20 salan e ku bergeha tevgera Kurd e, nêrîna tevgera Kurd a li vê meseleyê ye. Gelê kurd di vê demê de çareseriya demokratîk û jiyaneke wekhev a bi hev re parastiye lê belê israra dewletê ya di polîtîkayên inkar û îmhayê de çareserî bi derengî xistiye. Herçiqas ev polîtîka îro êdî nikaribin bên sepandin jî, bandorên wan hîna berbiçav in. Muxatabê esasî yê vê pêvajoya ku li hemû Tirkiyeyê hêviyên mezin afirandiye Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah OCALAN ji bo bikaranîna mîsyona xwe ya ji bo çareseriyê hê jî nikare bi awayekî hêsan bixebite. Ev yek jî yek ji encamên hişmendiya qirêjî ya pergalê ye."

'RÊBAZA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNÊ HIŞMENDIYA BÎRDOZÎ YE'

KCD'ê di dirêjahiya encamnayeê de destnîşan kir kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya di Newrozê de rêbaza bingehîn a pêngava têkoşînê ya ku nû dest pê kiriye wek têkoşîna hişmendî û bîrdozî diyar kiriye. KCD'ê da zanîn ku derketina pêş a siyaseta demokratîk xwedî xwe û gelek wateyan e û wiha got: "Hêleke wê guherîneke demokratîk di dewletê de çê dike, yanê di derheqê demokrasiyê de hinekî din hesas dibe, hêla din jî jiyana azad li ser bingeha zemîna demokratîk înşa dike. Yek ji nîşaneyên bingehîn ên ku diyar dike ku delet li hemberî demokrasiyê hesastir dibe jî Destûra Bingehîn e. Guherîna di dewletê de, bêguman tenê li ser Destûra Bingehîn nayê dîtin. Zagon, mekanîzmaya dadê û sepandina wan divê ku di çarçoveyeke demokratîk de biguherin. Di vê xalê de guherîneke bingehîn zarûrî ye û ji bo vê yekê jî têkoşîn her dem di rojevê de ye. Lê ji bo me gelekî girîng e ku Destûra Bingehîn a nû divê ku xwedî krîterên bingehîn ên demokrasiyê be û taybetiyên çareseriyê yên pirsgirêka kurd bihewîne. Wek tevgera siyasî ya Kurd divê ku em diyar bikin ku Destûra Bingehîn dê yek ji qadên me yên bingehîn ên têkoşînê be. Yek ji armancên me yên sereke ev e ku Destûra Bingehîn divê ku hemû cihêrengiyên civakê û krîterên navneteweyî yên demokrasiyê biparêze.

'EM DIXWAZIN MAKEQANÛNA NÛ MAFÊ HEMÛ KESÊN LI DERVE MANE BIPARÊZE'

KCD'ê di berdewama encamnameyê de xwest ew li ser du xalên di derbarê Destûra Bingehîn de yên ku li civîna wan hatin nîqaşkirin bisekinin û wiha dirêj kir: "Ya yekemîn, gelê Kurd çawa vê pêvajoyê dinirxîne û têkiliya wê ya bi hêmanên din ên Tirkiyeyê re çi ye, ye. Bi kirpandina li ser Destûra Bingehîn a Demokratîk û Komara Demokratîk têkiliya gelê Kurd a bi dewletê re tenê pênase nakin; em dixwazin ji Ermeniyan heta Cihûyan, ji Çerkezan hete Elewiyan, ji Êzîdiyan heta Suryaniyan, bi hemû kesên ku li derve hatine hiştin re, ji karkeran heta karmendan yanê bi hemû kedkaran re; bi hemû hêmanên civakê re, jiyaneke azad, wekhev û hevpar biafirînin. Ev daxwaza me ne ji ber pêdiviyên polîtîk e, ji ber paradîgmaya me ya demokratîk û azadîparêz e. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku civak bi hemû hêmanên xwe, li ser bingeha hemwelatiyeke wekhev Destûreke Bingehîn a demokratîk û azadîparêz çêbike.

'CIVAK JI BO AVAKIRINA DESTÛRA BINGHÎN JI HIKÛMETÊ BI FIKAR E'

KCD'ê di encamnayê de da zanîn ku mijara Destûra Bingehîn ji bo bihevbaweriyê ya ku di vê pêvajoyê de gelekî hat nîqaşkirin xwedî girîngiyeke mezin e û wiha berdewam kir: "Diyar e ku civak ji bo çêkirina Destûreke Bingehîn a demokratîk ji hukûmeta AKP’yê bi guman e. Lê ev yek li ber têkoşîna me ya ji bo Destûreke Bingehîn a Demokratîk astengî nîne. Ji bo vê pêvajoyê jî rewş ev e. Em bi baweriya xwe ya bi hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd, bi baweriya xwe ya bi bîrdoziya xwe û bi baweriya xwe ya bi Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan teşe didin xeta xwe ya têkoşînê. Vê baweriya me anî van rojan û em bawer in ku ew ê me bigihîjîne rojên azad jî. Rûyekî din ê siyaseta demokratik avakirina jiyana azad a gel e. Xweseriya Demokratîk jixwe projeya avakirina jiyana azad e. Siyaseta Demokratîk çalakîkirina lêhûrbûn û bibiryarbûyîna pirsgirekên civakê bi xwe ye. Di bihêzkirina çarçoveya modernîteya demokratîkê de, li hemberî siyaseta demokratîk astengiya herî mezin, em dikarin bibêjin, teşeya jiyana lîberal û muxafazakarbûyînê ye. Ji ber vê yekê divê em siyaseta demokratîkê bi tenê wek çalakiya partiya siyasetê fêm nekin. Em siyaseta demokratîk ji têkoşîna kedê û qada civaka sivîl cudatir nabînin. Di vê çarçoveyê de em çalakiyên girseyî ku weke zimanê demokrasiyê ne, em weke hêmana bingehîn a siyasetê dinirxînin. "

'AKTORÊ SIYASETA DEMOKRATÎK JIN Û CIWAN IN'

Di dawiya encamnaeyê de li ser siyaseta demokratîk û aktorê wê yê bingehîn jî hat rawestandin û wiha got: "Em diyar dikin ku aktorên bingehîn ên Siyaseta Demokratîk Jin û Ciwan in. Bêyî têkoşîna jinê em nikarin behsa jiyaneke azad bikin. Birêxistinbûna ciwanan, ku hêza herî dînamîk a civakê ye, wê bibe temînata jiyana azad a gelê me. Meclîsên gel ku li wir gel bûye îrade, komunên ku asasên jiyana wekhev in tev qadên ku siyaseta demokratik lê şîn dibin in. Ji vî aliyî ve em Siyaseta Demokratîk wek rêbaza ku em xwestekên xwe di jiyana pratîkî de bi cî bînin, dinirxînin. Ji ber vana ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bigirin heta îradebûna gel em di armanca xwe de tu gavan paş ve navêjin, em bi hêsanî diyar dikin ku di qada demokratîk de em ê mafên gele kurd ên xwezayî ku ji gelbûna wî tên bi têkoşînê bilind bikin. Em ê jiyana xwe li gor bîrdoziya xwe birêsin û ji bo vê em rûzemîna demokratîk asas digirin. Ancax em dikarin jiyana azad a demokratîk bi lêhûrbûna bîrdozî, polîtîk û rêxistinî û bi şêweya jiyanê pêk bînin.

Ji ber çawaniya demokratîk a paradîgmaya xwe, em dixwazin di pêvajoya çareseriya demokratîk a gelê kurd de sekneke neteweyî asas bigirin. Ji ber vê sedemê her beşên ku li Kurdistanê dijîn, etnîsîte, bawerî û bîrdoziya wan cuda be jî, em lezgîniyê didin xebatên xwe ku em di organîzasyoneke hevpar de wan bînin cem hev. Xebata Konferansê ya ku Lijneya Giştî ya Awarte kiriye biryar, em diyar dikin ku di demeke kurt de û bi tevlîbûneke berfireh pêk bînin û em girîngiya vê jî derdixin pêş.

Em di pêvajoyeke ku em jê re dibêjin pêvajoya dawîn de ne; loma divê têkoşîna azadiyê encamên mayînde derxe holê. Tevahiya pêkerên ku ew ê serkeftina pêvajoyeke wisa di dema xwe û di cihê xwe de têxin nav liv û tevgerê, şertên serfiraziyê ne. Ji bo vê, bi giştî di asta tevger, gel û dostan de li her derê, di çarçoveya plansaziyeke hevpar de bi koordîneyî; yanî divê bi giştî têkoşîn bê kirin.

Em dibêjin ku ev kongreya me ji bo qetlîama ku li Parîsê li hember jinên kurd pêk hat, bersiv e. Bi van hest û ramanan em di kar û xebatan de ji delegasyon û gelê xwe re serkeftinê dixwazin."