Encama şerê li Rebîa, Cezaa û Serêkaniyê
Encama şerê li Rebîa, Cezaa û Serêkaniyê
Encama şerê li Rebîa, Cezaa û Serêkaniyê
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di encama operasyona hêzên YPG û pêşmergeyan de bajarokê Rebîa ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat diayrkirin ku di şerê li Cezaayê de jî 15 çete hatine kuştin. Li Serêkaniyê jî di çalakiyeke YPG'ê de 6 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê, encamên şerê li Rebî, Cezaa û Serêkaniyê yên 24 saetên dawî bi daxuyaniyê bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 30'ê Îlonê de bi kordîneya şervanên YPG'ê û hêzên pêşmergeyan ji bo rizgarkirina navçeya Mûsil Rabîa operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat destpê kirin û hat destnîşankirin ku ev operasyon bi serketî encam bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çeteyên li nexweşxaneyê û yên bi şev xwestin birevin ji aliyê hêzên me û pêşmergeyan ve hatin kuştin. Hêzên me berpirsiyarê nuqteya kontrolê ya Mîzanê Mihemed Alî tevî çeka wî kuştî desteser kir."
DI ŞERÊ LI CEZAA DE 15 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê di şeva 1'ê Cotmehê de li hemberî gundê Rimêlana biçûk a Cezaayê êrîşek pêk anîne û rastî bersiva tund a hêzên YPG'ê hatine.
Hat diyarkirin ku di bersiva YPG'ê de 15 çete hatine kuştin, cenazeyê 3 ji wan ketine destê hêzên YPG'ê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li vê herêmê jî 2 kaleşnîkof, 1 çeka AKÎS û gelek cebilxane hatin desteserkirin. Şerê li herêmê cih bi cih dewam dike."
LI SERÊKANIYÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê ji bo şerê duh bi şev ê li Serêkaniyê jî got, "Şeva 1'ê Cotmehê li başûr-rojavayê Serêkaniyê li derdora gundê Dehma çeteyên di amadekariya êrîşekê de bûn rastî çalakiya hêzên me hatin. Di vê çalakiyê de jî 6 kuştiyê çeteyan hat tespîtkirin."