‘Emê hefteyekê ji bo Rêberê xwe îmzeyan berhev bikin’
‘Emê hefteyekê ji bo Rêberê xwe îmzeyan berhev bikin’
‘Emê hefteyekê ji bo Rêberê xwe îmzeyan berhev bikin’
Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan ku nêzî saleke tê lidarxistin, dewam dike. Beşdarên çalakiyê dan xuyakirin ku ewê di nava hefteyekê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îmzeyan berhev bikin û belavokan belav bikin.
Çalakiya nobetê ya di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, dewam dike. Doh koma ji bajarê Holanda Amsterdamê ya ji 3 jê jin 5 kesan, çalakî dewir girt.
Ji çalakgeran Humeyra Yildirim diyar kir ku ew weke koma 50. çalakiyê dewir digirin û vê çalakiya xwe ya nêzî salekê, bi disîplîn û coşeke mezin dewam dikin. Yildirim got, "Di nava tevahiya hefteyekê de emê ji bo Rêberê xwe îmzeyan berhev bikin û belavokan belav bikin. Nuqteyeke din a bala min dikşîne jî, hevalên me yên 50-60 salî belavokan belav dikin, îmzeyan kom dikin û Ewrûpiyên di temenê wan de ne, weke tûrîstan digerin. Tevlêbûna hevalên me li vê çalakiyê, min hestiyar kir. Ev jî nîşaneya dilsoziya gelekî bi Rêberê xwe re ye."
Çalakgera Holandî Petra van Der Laan jî da xuyakirin ku pêwendiya ji vê çalakiyê re her roj zêde dibin û got, "Rê-nîşandan Rêber Apo, biryardariya gelê Kurd, wê bi xwe re serketinê bîne."
Xalê Sebrî (Sabrî Atalay) jî anî ziman ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê derê ne û got, "Emê têbikoşin, ê me anî vê qonaxê Rêberê me bû. Jiyanek bêyî wî nabe."
Fevzî Bayram jî bal kişand ser çalakiya nobedê û got, "Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê rastî û heqîqatan e. Felsefaya Rêber Apo, felsefeya rizgariya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ye."
Xanim Şahîndal jî ragihand ku ew ji bo azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê li vê derê ne û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlêbûna çalakiyeke bi vî rengî anî ziman.