'Emê bibin pêşengên pêvajoyê'
'Emê bibin pêşengên pêvajoyê'
'Emê bibin pêşengên pêvajoyê'
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, li dijî narkotîk, fûhûş û polîtîkayên ajankirinê, bi şiyara "Ji pêkanînên mêtîngeriyê re êdî bese" bi awayekî girseyî meşiya. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di axaftina xwe ya li meşê de got, "Bi rê û rêbazên berê, pêvajo pêş de naçe. Wê dem were, PKK'ê siyaseta legal bimeşîne."
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr li hev kom bûn û xwestin bi şiyara "bese ji pêkanînên mêtîngeriyê re" li dij narkotîk, fûhûş, ajankirin bimeşin, lê li astengiya polîsan rast hatin. di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger (YDG-H), wêneyên gerîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) û Şahîn Oner ê ji ber maşîna zirxî ya polêsan lê ket jiyana xwe ji dest da, hatin vekirin.
Girseya gel a ji ber avahiya BDP'ê ya bajêr dest bi meşê kir, li ser rêya Tûrgût Ozal li astengiya polêsan rast hat. Piştî danûstandinên demdirêj, girseya gel li vê derê daxuyanî da çapemeniyê.
Li ser navê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Evîn Bariş peyam xwend û bi gotina "Em pêkanînên faşîst ên T.C şermezar dikin, em bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi pêşeroja rêxistinkirî dimeşin" dest bi axaftina xwe kir.
Bariş da xuyakirin ku hêzên mêtînger ji ber bi kuştinan encam bi dest nexistine, hewl didin bi fûhûş, ajankirin, narkotîk û asîmîlasyonê encamê bigire. Bariş got, "Hêzên mêtînger dizanin; jina têkçûyî civaka têkçûyî ye, ciwanên bişavtî civaka bişavtî ye, lewma berê êrişên xwe dane jin û ciwanan." Bariş diyar kir, ku her pergal bi têkoşîna pêşengiya ciwanan tê diçin û got, "Ji ber vê rastiyê, hewl didin pêşeroja civakan ciwanan bikşînin nava çirava fûhûş, narkotîk û şandina leşkeriyê, wan bitevizîne."
Bariş ragihand ku bûyera destavêtinê ya li Çewlikê perçeyek ji pêkanînên mêtîngeran e û got, "Em vê yekê, weke êrişek li dijî gelên Kurdistanê dibînin û emê bi nerazîbûneke herî mezin hesab bipirsin." Bariş herî dawî destnîşan kir, ku ewê bibin hêza çalak û pêşeng a pêvajoya nû ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Li dû Bariş Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, bi pîrozkirina ciwanan a ji ber hestiyarî û seka berpirsyar dest bi axaftina xwe kir û got, "Herkes gotina 'ciwan pêşeroj e' bikar tîne, lê ciwanên BDP'ê vê gotinê bi sekna xwe nîşan didin."
Kişanaka axaftina xwe weha dewam kir: "Eger hûn nikaribin civakekê têk bibin, hûn serî li polîtîkayên rizandina navxweyî dikin. Navê vê jî mêtîngerî ye. Ciwanên ku ji têkoşînê nayên vegerandin, hewl tê dayîn bi narkotîk û polîtîkayên bişavtinê teslîm bên girtin. Ez di wê baweriyê de me ku ciwan, wê ji niha û pê ve li her tax, gund û kolanan polîtîkayên xurt biafirînin û civakê ji bo pêşerojê amade bikin."
Kişanak bal kişand ser pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got, "Eger îro pêvajoya demokatîk a bi pêşengiya we heye, divê polîs jî, AKP jî, Walî jî jê re hurmetê nîşan bidin! Bi salan li vî welatî li pêşiya ciwanan mirin û kuştin hebû. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû ya demokratîk da destpêkirin. Astengiyên derkevin pêşiya vê pêvajoyê, astengiyên li pêşiya aştiyê ne. Ji ber vê yekê bi rê û rêbazên berê pêvajo nayê meşandin. Wê dem were, PKK siyaseta legal bike."
Piştî axaftina Kişanak, girseya gel bêyî bûyereke neyînî biqewime, belav bû.