"Em piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin"

"Em piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin"

Di "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de, li ser navê Yekitiya Elewiyên Kurdistanê Ergîn Dogan da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin tevgera azadiyê ya Kurd. Li ser navê Êzidiyan jî Hecî Çelîk xwest, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî werin berdan û ji wan re jî mafê azad ê îbadetê bê dayîn. 

Di "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de, bi moderatoriya Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol dora û Seher Akçinar rûniştina bi navê "Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên civakî û lêgerînên çareseriyê" destpê kir. Di destpêka rûniştinê de Sosyolog-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî mafê axaftinê wergirt û di destpêkirina gotûbêjên li ser pirsgirêka Kurd de bal kişand ser girîngiya rola têkoşîna PKK'ê û got, "Em têkoşînên rizgariya netewî yên cîhanê dizanin. Wan hemûyan ji sifirê destpê kirin. Wan pirsgirêkên xwe gihandin rizgariyê. Lê belê, tevgera Kurd diviyabû beriya her tiştî di bin sifirê de bigihêjîne sifirê. Ez bawerim, gotina herî baş behsa têkoşîna Kurd dike ev e. "

Beşîkçî da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn Kurd di bin zexta dewletên Îslamê de ne û got, "Gava Kurd behsa mafên xwe yên demokratîk, mafên xwe yên azadiyê dikin, ji wan re dibêjin ev yek li dijî Îslamê ye. Bi vî rengî li dijî daxwazên Kurdan ên demokratîk derdikevin."

"JÎNDARKIRINA BAWERIYAN, WEZÎFEYEKE SEREKE YE"

Dûre li ser navê Yekitiya Elewiyên Mezopotamyayê Ergîn Dogan peyivî û da xuyakirin ku herçend Elewîtî yek ji baweriya kevnare ya Mezopotamyayê û hebûna xwe heta niha dewam dike jî, êşên gelekî giran dikşîne û anî ziman ku bi pêvajoya çareseriyê de bîr û bawerî jinûve tên gotûbêjkirin. Dogan ragihand ku li Mezopotamyayê li hemberî baweriyan pêşhuqmî hatiye afirandin û got, "Ji bo pêşeroja Mezopotamyayê, girînge hemû bîr û bawerî di nava azadî û biratiyê de bijîn. Jîndarkirina baweriyan, wezîfeyeke sereke û neçarî ye. Girînge Misliman herî zêde di vî warî de hestiyar bin. Dogan herî dawî destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got, "Emê bi ziman, nasname û baweriyên xwe, her hebin."

"EMÊ BARÊ DIKEVE SER MILÊ XWE HILGIRIN"

Li ser navê Êzidiyan Hecî Çelîk jî di axaftina xwe de destnîşan kir, ku Êzidî Kurd in û Êzidiyên ne Kurd tinene û got, "Em bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî dixwînin." Çelîk bibîr xist ku Êzidî ji dîrokê ve li zilm, komkujî û koçberiya ji neçarî rast hatine û diyar kir ku ji ber vê yekê di hejmara Êzidiyan de gelek kêmbûn çê bûye. Çelîk bal kişand ser girîngiya yekitiyê ya navbera Kurdan û got, "Eger em bibin yek, emê pirsgirêkên xwe çareser bikin û bigihêjin serketinê. Birêz Ocalan pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re pêşî li siyaseta demokratî vebûye. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û amadene hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin."

Çelîk da xuyakirin ku ev konferans dîrokî ye û xwest, d, serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî werin berdan û ji wan re jî mafê îbadetê yê azad were naskirin.