'Em pêvajoyê dişopînin'
'Em pêvajoyê dişopînin'
'Em pêvajoyê dişopînin'
Meşa gerîlayên HPG'ê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a vekişînê dewam dike. Komên ji herêmên Amed û Garzanê derketin rê piştî meşekî zor û zehmet gihiştin Herêma Botanê. Meşa koma gerîlayên HPG'ê ber bi Herêma Federal a Kurdistanê ve berdewam dike. Ji fermandarên komê Ekîn Amed têkildarî pêvajoyê de wiha got: "Em weke hêzên gerîla di nêz de pêvajoyê dişopînin. Biciha anîna feramên serokatiyê armanca me ya serek ye."
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de bang kir û KCK'ê jî di 25'ê nîsanê de bersiv da, HPG ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin dest bi vekişandinê kirin. Gerîlayên HPG'ê di 8'ê gulanê dest bi vekişandinê kirin ji gelek herêman komên gerîlayên HPG'ê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn. Li gorî nûçeya DÎHA'yê komên gerîlayên HPG'ê yên herêma Amed û Garzanê jî derketin rê pîştî meşekî zor û zehmet gihiştin herêma Botanê. Koma gerîlayên HPG'ê ji aliyê rêveberên "Fermandariya Qada Botanê" û gelek HPG'iyên din ve bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin. Ji fermandarên komê Egît Amed, diyar kir ku dema dest bi vekişandinê kirin li ser riya wan cerdevan û yekîneyên taybet kemînin danîn. Egît Amed, anî ziman ku ligel tevgera leşkerî şertên xwezayê jî meşa wan asteng kir û wiha got: "Em di 30'ê gulanê dest bi meşê kir. Di rê de cerdevan û yekîneyên taybet kemîn didanîn. Cerdevan hinek cihan digirin û ajanan dişînin cihê heval lê di xebitin. Yekîneyên kontra jî bi kincên sivîl derdikevin çoltaran cihên heval jêre derbas dibin kontrol dikin. Yek jî ji ber demsala biharê, zêdebûna çeman hinek meşa me dereng ket. Heke ev yek neba em dê zûtir hatiban."
Amed, anî ziman ku banga serokê wan ji bo wan esas e û wiha axivî: "Em li ser banga Serok Apo vedikêşin. Weke tê zanîn Serok Apo 40 salin vê têkoşînê dide meşandin. Seroka Apo ji sala 1993'an heya niha dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbaza aştiyane û demokratîk çareser bike û di nava wan hewildanan de ye. Em li ser bang Serok Apo derdikevin derveryî sînor."
Ji fermandarên HPG'ê Xelîl Jêhat jî got: "Ji ber şertên biharê hinek astengî çêbûn. Ligel vê yekê tevgera balafirên keşîfê hebûn. Ji ber vê yekê me di meşê de hinek zehmetî kêşandin. Ji ber vê yekê hinek derengî çêbû. Yek jî agahiyên leşker û cerdevana kemîn danîn ji me re hatin. Ji ber vê yekê hevalan ji bo ewlehiyê rê kontrol kirin. Armanca me ew e ku em xwe gihijînin Başûr. Meşa me dê berdewam bikin. Em dê hinek li vir bêhna xwe bidin û pişt re derbikevin rê." Jêhat, anî ziman ku di 21'ê Adarê de serokatiya wan banga vekişandinê kir û wiha axivî: "Piştî ew ferman gihişte partiyê û partiyê jî em agahdar kirin. Serokatiyê pêvajoyekî nû da destpêkirin. Di vê alî de peywirek dikeve ser milê gerîla û em jî dixwazin vê peywira xwe bi cih bînin. Pêvajoyekî nû ye. Ev yek çek berdan nîn e tenê ji bo pêşiya siyaseta demokratîk vebibe û rê lê vê yekê bê vekirin em vedişin. Ji xwe ev yek ast bi ast e pêk tê. Asta yekemîn vekişandina gerîla ye. Piştî asta yekemîn bi dawî bû dê asta duyemîn dest pê bike. Divê êdî dewlet gav bavêje. Baweriya me bi serokê me heye. Heke fermana serokatiyê neba tu hevalên me ji van çiyayan venedikişiyan. Em tevgerekî serokatî ne serokatî çawa ferman bide me dê pêk bînin. Ji bo pêşiya pêvajoyê vebibe û pêvajo pêş bikeve em diçin Başûr." Jêhat, da zanîn ku hînî ji destê wan bê ew dê xwe biparêzin û wiha pê de çû: "Hînî ji destê me bê em dê destê serokê xwe bi hêz bikin. Armanca me ew e ku em saxle xwe bigihjînin partiyê. Hinî ji destê me bê em dê di rê de baldar û bi hestyarin bin. Em dê pêvajoyê bişopînin. Em dê xwe amade bikin. Em dê ji bo her tiştî amade bin."
'Têkoşîna me ya nû dest pê dike'
Fermandara YJA-STAR'ê ya bi navê Ekîn Amed jî diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe ji bo hamleyekî hêj xurtir bikin dikirin û wiha got: "Em weke hêzên gerîla pêvajoyê dişopînin. Banga Serok Apo ji bo me esas e. Em girêdayî serok Apo ne. Çi ji me re bêje em dê wisa bikin. Em ji pêvajoyekî wisa re amade nebûn. Ji ber ku hemû amadekariyên me yên zivistanê ji bo hamleyekî hêj bêtir xurtir bûn. Piştî Serokatiyê daxuyanî da ev yek ji bo me bû sûprîzek. Em li gor banga seroktiyê dimeşin. Em li gorî wê yekê xwe amade dikin. Ji bo me banga serokatiyê girîng e. Baweriya me bi serokatiya me tê. Serokatî çi bêje em dê wisa bikin."
Ekîn, anî ziman ku li her qadê komên di çarçoveya ewlehiyê de di meşin hene û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em destê serokatiya xwe bi hêz bikin. Em vê pêvajoyê weke her tişt bi dawî bû nagirin bidest. Li Başur jî em dê di her alî de amadekeriyên xwe bikin. Têkoşîna me ya çekdarî niha hatiye sekinandin. Lê têkoşîna me ya nû dest pê dike. Têkoşîna me ya xwedî derketina paradîgmaya serokatiyê berdewam dike û em dê di her şertan de xwedî li vê yekê derbikevin. Em niha çiyayan vala dikin lê gelê me û ciwanên me dikarin bi rêxistinbûnekî xurt vê yekê dabigirin. Parastina xwazayê bikin. Dikarin xwe biparêzin weke berê şerê eşîrên nekin bi hev re jiyanekê bikin. Divê hemû gelê me bi vê hişmendiyê tevbigere."