"Em çiyayên xwe vala nahêlin"
"Em çiyayên xwe vala nahêlin"
"Em çiyayên xwe vala nahêlin"
Tevgera Jina Azad û Demokratîk û Meclisa Jinê ya BDP'ê, ji bo vekişîna gerîla bi selametî pêk were, li navçeya Wan Payizavayê Konê Çareseriya Demokratîk vedan. Jinan destnîşan kirin, ku ewê çiyayên xwe vala nehêlin û destûrê nedin qereqol bên çêkirin.
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî ya Amedê de pêvajoya çareseriya demokratîk a bi navê "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" da destpêkirin vekişîne jî destpê kir. Piştî vekşîna gêrîlayên HPG'ê ji bo ev pêvajo bi serkeftî pêk bê û bûyer pêk neyên di pêşengiya DOKH'ê û Meclisa Jinê ya BDP'ê de Konên Çareseriya Demokratîk tên vedan. DOKH'ê û Meclisa BDP'ê ya Jinê li herêma Nordiz Mervana tenişta Pira Kromê ya Navçeya Payizava ya Wanê Konê Çareseriya Demokratîk vedan. Karwana ku ji sedan maşîne pêk dihat kon birin Navçeya Payizava û li tenişta Pira Kromê vedan. Piştî kon hat vedan navê gêrîlaya HPG'ê Evin Abe (Nawal Gewda) ku li vê herêmê di şer de jiyana xwe ji dest da dan kon. Di vekirina Konê Çareseriya Demokratîk de Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, MEYA-DER, TAY-DER, GOÇ-DER, BDP, HDK, KURDÎ-DER, HDP, YODER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, DOKH û bi sedan welatî amade bûn. Di vekirinê de pankarta "Em bi Tekoşîna Azadiya Jinê bi Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad ava bikin" vekirin. Girsê di vekirina kon de alên PKK, KCK û Konfederalizmê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Girsê li herêmê navên PKK, APO û KCK nivîsandin. Girsê piştî kon veda ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û silogana "Şehîd namirin" berz kirin.
Piştre Hevseroka BDP'ê ya Wanê Figen Yaşar, diyar kir ku di ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê Newroza Amede de dest pê kir 3 meh derbas bûn û wiha got: "Li gel ku piştî vê pêvajoyê PKK'ê Agirbest îlan kir û KCK'ê hêza xwe ya HPG'ê vekişand dervê sînor hêj hikûmetê gavên çarseriyê neavêtiye. Ji bo di vekişîna gerillayan de provokasyon pêk neyên em li van herêman Konê Çareseriya Demokratîk ava dikin.
"DAXWAZÊN GERÎLA DAXWAZÊN ME NE"
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî axivî û wiha got: "Gerîlla ji bo aştiya bi rûmet deng ji çekan biland. Bi bêdengkirina çekan a gerîlla ev têkoşîn bi dawî nabe. Em dibêjin PKK gel e, gel li vir e. Daxwazên gerîlla daxazên me ne. Daxwazên gerîlla û daxwazên me azadiya Birêz Ocalan e. Daxwaza azadiya siyasetmedarên kurd in. Nasnameya gelê kurd e.
Aktîvîsta Dayikên Aştiyê û dayîka 2 gêrîlayên HPG'ê Muniffe Kaçak jî xwest hemû dayik şûna zarokên xwe vala nehêle û wiha got: "Zaroken wan ji Çiyayên Kurdistanê vedikişin, lê divê hemû jinên kurd biçin li cihê zarokên xwe Konê Çareseriyê vedin û nobetê bigirin û destûr nedin ku qereqol bên avakirin. Divê dayikên gerîlla û leşkeran piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê." Piştî kon hat vedan hunermendên NÇM'ê stran gotin. Konê Çareseriyê dê heta 17'ê Hezîranê li vir vekirî bimîne.