Elmanyayê ji roja Tîrmehê di asta rekorê de elektrîk bi dest xist

Li Elmanyayê ku bi girîngiya xwe ya dide enerjiyên nû dibe tê naskirin, bi germa meha Tîrmehê re di asta rekorê de ji rojê elektrîk bi dest xist. Elektrîka ji roj û ba bi dest hat xistin, cara yekemîn gihaşt asta enerjiya nukleerî.

Li Elmanyayê ku bi girîngiya xwe ya dide enerjiyên nû dibe tê naskirin, bi germa meha Tîrmehê re di asta rekorê de ji rojê elektrîk bi dest xist. Elektrîka ji roj û ba bi dest hat xistin, cara yekemîn gihaşt asta enerjiya nukleerî.

Li gorî daneyên ji aliyê Enstîtuya Sîstemên Enerjiya Rojê ya Frauenhof (ISE) hatin weşandin, bi saya germa meha Tîrmehê, enerjiya ji rojê hat bidest xistin, gihaşt asta enerjiya nukleerê. 

Li gorî daneyên ISE, rêjeya elektrîka di meha Tîrmehê de ji rojê hat bidestxistin, 5,18 terawat saet e. Di meha Tîrmehê de ji santralên nukleerî jî di heman rêjeyî de elektrîk hat bidestxistin û bi vî rengî yekemcar elektrîka ji rojê û ya santralên nukleerî gihaşt heman astê.

Di daxuyaniya ISE de hat ragihandin ku elektrîka di meha Tîrmehê de ji turbînên ba hat peydakirin, 11,7 terawatt saet e û hat gotin, "panoyên rojê û turbînên ba cara yekemîn di vê astê de enerjiya zêde hilberandin."

Ji pisporên estîtuyê Brûno Bûrger got, "Meha Tîrmehê ji ber hilberîna elektrîkê ya ji roj û ba, bû meha herî serketî ya hemû deman."

Di meha Adarê de ji roj û ba 11,1 terawaat saetê enerjî hatibû bidestxistin.

Elmanya bi 1,5 mîlyon panoyên fotovoltaîk re yek ji welatên herî zêde ji tîrêjên rojê elektrîkê bi dest dixe ye. Li vî welatÎ her wiha 8 santralên enerjiya atomê heye ku 10 hezar 700 megawatt saetê enerjiyê hildiberîne. Di sala 2014'an de hilberîna enerjiya tê nûkirin a li vî welatî gihaştibû asta rekorê.