Elmanya wê ji 40 hezar penaberan 9 hezarî qebûl bike
Mijara 40 hezar penaberên ji aliyê YE ve bên qebûlkirin, hînê zelal nebûye. Elmanyayê ragihand ku ew ê 9 hezar penaberan qebûl bike.

Li ser pêşniyara Îtalya û Yewnanîstanê ya parvekirina 40 hezar penaberan di nava welatên Ewropayê de, hînê li hev nehatiye kirin.
Tê zanîn ku di mijara qebûlkirina penaberan de Îngilîtan, Spanya, Komara Çekê, welatên Baltik û Macarîstan zehmetiyan derdixînin.
Piştî civîna bilind a Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê ya duh li Luksembûrgê pêk hat, Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere daxuyaniyek da. De Maîzîere ragihand ku welatê wî wê 9 hezar penaberan qebûl bike. Hejmara ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa ji bo Elmanyayê diyar kiribû 8 hezar 763 bû.
Di civîna meha hezîranê ya serokên hikûmet û dewletên Yekîtiya Ewropayê de biryar hatibû girtin ku tevî 40 hezar penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê, 20 hezar penaberênh li kampên li derveyî welatên Yekîtiya Ewropayê werin wergirtin. Lê belê ev soz ji ber dijderketina welatên endam, bicih nehat anîn.
Tê payîn ku hikûmeta Elman ji 20 hezar penaberên li derveyî welatên Yekîtiya Ewropayê ne 3 hezar 100 ji wan li welatê xwe qebûl bike.