Elmanya qebûl kir ku li Namîbya qirkirin kiriye

Elmanya, piştî 110 salan qebûl kir ku li Namîbya sûcê qirkirinê kiriye. Bi qebûlkirina ku ji gelên Herero, Nama û Damara 85 hezar kes hatine qetilkirin, wek yekemîn qirkirina sedsala 20. ket dîrokê.

Elmanya, piştî 110 salan qebûl kir ku li Namîbya sûcê qirkirinê kiriye. Bi qebûlkirina ku ji gelên Herero, Nama û Damara 85 hezar kes hatine qetilkirin, wek yekemîn qirkirina sedsala 20. ket dîrokê.

Di daxuyaniya yek ji berdevkên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Martin Schäfer wiha hat gotin, “Li Namîbya di salên 1904-1908’an de ‘şerê tinekirinê’ sûcekî şer û qirkirin e.” Schäfer da xuyakirin ku qebûl kirine, berpirsyartiyeke dîrokî ya Elmanyayê li hember Namîbya û hemwelatiyên wê heye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir ku têkildarî qebûlkirina sûcê qirkirinê wê di rojên pêşiya me de hikûmetên Elman û Namîbya deklarasyoneke hevpar biweşînin. Berdevk ragihandin ku armanc dikin di navbera her du welatan de ‘pêşerojeke hevpar bê avakirin’.

Lê ji ber qirkirinê wê hikûmeta Elman lêborînê bixwaze yan jî ti tazmînatê bide yan na nayê zanîn. Dîsa tê zanîn ku gelên Herero, Nama û Damara yên li Namîbya nifûsa wan nêzî 300 hezar kesî ye, bi awayekî sar li hikûmeta navendî dinêrin û di muzakereyên bi Elmanyayê re wê kî xwedî raye be jî tê nîqaşkirin.

GELEK HEREROYÎ HATIBÛN QETILKIRIN

Namîbya ya yek ji welatên Başûrrojhilatê Afrîkayê sala 1884’an ketibû bin ‘hîmayeya’ Elmanyayê. Heta Yekemîn Şerê Cîhanê di vê statuyê de ma. Sala 1904’an gelê Herero yê nifûsa wan nêzî 100 hezarî bû serî rakirin û di vî şerî de bi qasî 100 Elman hatibûn kuştin.

Piştî îsyanê generalê Elman Lothar von Trotha bi fermana 2’ê Cotmeha 1904’an li herêma di bin hîmayeya Elmanyayê de xwestibû ‘Hemû Hereroyiyên çekdar û ne çekdar bên kuştin’. Nifûsa Hereroyiyan a berî qirkirinê di navbera 50-80 hezarî de bû daketibû heta 15 hezarî.