Li Elmanyayê bi hefteyane li ser projeya balafira şer a bê mirov a dihat nîqaşkirin, pêşketin çêbû. Elmanya, Fransa û Îtalyayê diyar kirin ku dixwazin bi hev re projeyeke balafira hevbeş pêş bixînin.
Li gorî agahiyên ku Wezareta Parastinê ya Elmanyayê daye hinek parlamenterên meclîsê, hatiye diyar kirin ku Elmanya, Fransa û Îtalya diwazin balafireke şer a bê mirov pêş bixînin. Wezîrê her sê welatan di rojên pêş de wê Deklerasyona Niyetê Îmze bikin û wê pêngava projeya balafira hevbeş bavêjin.
Bi belgeya bi navê Deklerasyona Niyetê re, wê komxebateke ku pisporên her sê welatan beşdar bibe bê lidarxistin û wê taybetiyên balafirên şer ên bê mirov, wê bên diyarkirin. Xebat wê nêzî du salan bidome û her wiha ji bo xebatê wê 25 mîlyon euro bê xerckirin.
Tê plankirin ku ev balafir di navbera salên 2020-2025’an de ji bo bikaranînê amade bin.
Lê bi taybet li Elmanyayê li dijî balafirên şer ên bê mirov, fikarên cidî hene. Tê gotin ku ev balafir bi taybet ji aliyê DYA’yê ve tên bikaranîn û di gelek êrîşan de bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest daye.
Yên balafirê dixwazin jî dibêjin di rewşa şer de ‘jiyana leşkeran nakeve rîskê’.