Êlih namzetê Serokatiya Şaredariya xwe diyar dike
Êlih namzetê Serokatiya Şaredariya xwe diyar dike
Êlih namzetê Serokatiya Şaredariya xwe diyar dike
BDP ji bo li Êlihê namzetê Serokatiya Şaredariyê diyar bike hilbijartinên pêşîn dike.
Li Êlihê BDP’ê ji bo hilbijartinên herêmî yên 2014’ê namzetê ku diyar bike 780’ê delegey li bînaya bajêr a BDP’ê û li Sendikaya Karê-Giştî dest bi karanîna dengan kirin. BDP’a Êlihê li salona ku sonduqên dengan lê bi cih kirî posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê û PKK’ê daliqandine. Welatiyên ku li pêş avahiya bajêr a BDP’ê û li Baxçeyê Çayê yê şaredariyê li çavrêyê encamên hilbijartinanin, hat dîtin ku 12 namzetên berendambûnê li rex hev rûniştine û sûhbet dikin.
Xetanên bi karanîna dengan ku siharê di saet 09.00’an de destpê kirî wê heya saet 17.00’ê şev dewam bike.