Eleqeya ji bo azadiya Ocalan zêde dibe

Eleqeya ji bo azadiya Ocalan zêde dibe

 Li Herêma Federal a Kurdistanê kampanya îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji bo azadiya Ocalan Serokê Tevgera Îslamî ya Herêma Federal a Kurdistanê Îrfan Alî Abdul Azîz û Serokê Partiya Xebatê ya Rojhilata Kurdistanê Şex Hiseynî jî îmze avêtin kampanyayê û piştgiriya xwe anîn ziman. Abdul Azîz, diyar kir ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û ji bo aştî pêş bikeve divê Ocalan serbest bê berdan. 

Kampanya îmzeyan a li Ewropayê bi silogana "Ji Bo Azadiya Oclaan 5 milyon îmze" hat destpêkirin û li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam kir, her ku diçe belav dibe. Kampanya ku di 1'ê Gulanê de li herêmê bi silogana "milyonek îmze" hat dest pê kir berdewam dike û rastî eleqeyek mezin tê. Kampanya ku heta niha gelek serok û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî îmze avêt û piştgriya xwe anîn ziman bi 100 hezaran kesan îmze avêt. Kampanya ku Serokê herêma Federal a Kurdiustanê Neçirvan Barzani jî îmze avêt didome. Ji bo azadiya Ocalan Serokê Tevgera Îslamî ya Herêma Federal a Kurdistanê Îrfan Alî Abdul Azîz û Serokê Partiya Xebatê ya Rojhilata Kurdistanê Şex Hiseynî jî îmze avêtin kampanyayê û piştgiriya xwe anîn ziman. 

Endamên Înîsiyatifa Hewldana Kampanya Îmzeyan Kawa Nadîr Kadîr, Ali Mahmut û Talat Reş Serokê Tevgera Îslamî ya Herêma Federal a Kurdistanê Îrfan Alî Abdul Azîz û Serokê Partiya Xebatê ya Rojhilata Kurdistanê Şex Hiseynî ziyaret kirin û îmze ji wan girtin. Abdul Azîz, diyar kir ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û ji bo aştî pêş bikeve divê Ocalan serbest bê berdan. Baba Şex Hiseynî jî piştgiriya xwe anî ziman û wiha got: "Ev kampanyayek neteweyî ye. Em bi tevlêbûna vê kampanyayê kêfxweş in. Ji bo Birêz Ocalan û siyasetmedarên din serbest bên berdan dê piştgiriya me berdewam bike.