Ehmed: Firotina petrolê tenê dê bi riya Desteya Bilind pêkbê
Ehmed: Firotina petrolê tenê dê bi riya Desteya Bilind pêkbê
Ehmed: Firotina petrolê tenê dê bi riya Desteya Bilind pêkbê
Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed li hemberî biryara Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku destûrê dide Koalîsyona Niştîmanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyeyê petrolê bifiroşe û bi destûra muxalefetê şîrketên petrolê razemeniyê bikin, nerazîbûn nîşan da. Ehmed bal kişand ku, koalîsyon nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake û got: “Yek ji van jî Desteya Bilinde û herêmên petrolê dibin kontrola wê de ne. Lewre firotina petrolê tenê bi riya desteyê dikare pêk were.”
Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed derbarê biryara YE’yê ku çend roj beriya niha hatibû girtin de, ji ANHA’yê re axivî .Ehmed destnîşan kir, ger ku firotina petrolê feydeyekê bide gelên Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê, ev dê bibe tiştekî baş û wê ambargoyê rake. Ehmed da zanîn ku, dema li biryara YE’yê dinêrin, tenê Koalîsyona Niştîmanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyeyê muxatab hatiye girtin, lê nava koalîsyonê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beşek girîng li derve mane, Desteya Bilind a Kurd ji yek ji vane. Ji ber vê sedemê Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê nikare nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike.”
‘PÊWÎSTE NÊZÎKATIYÊN YE NE LI SER ESASÊ BAZIRGANIYÊ BE’
Îlham Ehmed li hemberî YE’yê jî nerazîbûn nîşan da û ev tişt gotin: “Têkiliyên Yekîtiya Ewropayê divê li ser esasê bazirganiyê nebe. Beriya her tiştî divê Yekîtiya Ewropayê ji bo yekîtiya muxalefetê û rawestandina xwînrijandinê kar bike.”
Ehmed anî ziman ku, heke koalîsyona muxalefetê jî bixwaze nûnertiya hemû gelên Sûriyeyê bike, divê bi Desteya Bilind a Kurd re rûne û guftugoyan bike.
‘PIRANIYA HERÊMÊN PETROLÊ DIBIN KONTROLA DESTEYA BILIND DE NE’
Ehmed bal kişand ku, piraniya herêmên kurdî û bi taybetî herêmên petrolê dibin kontrola Desteya Bilind de, lewre ger ku firotina petrolê çêbibe, pêwîste ev riya Desteya Bilind çêbibe û wiha dom kiri: “Firotina petrolê jî divê ji bo başkirina rewşa aborî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û vegera koçberan bê bikaranîn.”
Li ser hewldanên komên çekdar ku dixwazin bîrên petrolê bidest bixin jî Ehmed wiha got: “Armanca komên girêdayî Cephet El-Nasra û yên din desteserkirina bîrên petrolê ye. Lê herêma Rojavayê Kurdistanê niha di bin parastina gel de ye û tu kes nikare destkeftiyên gel ji wan bigire. Hemû berhemên petrolê jî divê xizmeta gelên Sûriyeyê de bin.”