‘Eger ez şehîd ketim tu dê li ser min bilîlînî’
‘Eger ez şehîd ketim tu dê li ser min bilîlînî’
‘Eger ez şehîd ketim tu dê li ser min bilîlînî’
Dayika Hevile Îzer bi nasnav Şayan Cûdî wer behsa keça xwe gerîlla Şayan dike, bi awirekî serhildêr:
“Şayan di malê de ya mezin bû. Ji ber vê jî her tim bi berpirsiyarî tevdigeriya. Ji xwe zêdetir hevalên xwe û mirovên li derdora xwe difikirî. Her dem behsa qencî û başiyê dikir. Çi bibûya bila bibûya ji bo Şayan başbûn û qencî rêgezek esasî bû. Heval û partî di jiyana wê de cihek pirr girîng digirtin. Ji bo ku em jî ji bo rêxistinê kar bikin her dem em jî teşwîq dikir.” Gerîlla Şayan di sala 1984’an de li Gundikê Remo yê Şirnexê tê dunyayê ku Gundikê Remo bi têkoşer xwe yên di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de bi şer û jiyana xwe bûne abîde û nemir. Şayan wek zaroka malê ya mezin bi xwedî hestên berpirsiyarî tevdigere. Delalî ye Şayan, lê belê ji ber di temenekî biçûk de ji bawerzîna têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan bi bandor bibe bi ruhekî têkoşer tevlî jiyanê dibe.
“Dema me di nav malbatê de şer dikir Şayan diket navbera me û digot, ‘Çima hûn şer dikin?’” digot dayika Wê di berdewama axaftina xwe de.
Şayan, di zarokatiya xwe rûyê dijmin ê hov ku tehemmûla wan ji Kurdan re nîn e dibîne. Bi malbat û mirovên xwe re dikevin rêyan bi şev û rojan dimeşin. Birçîbûn, tîbûn û xwêdan, êş û hwd. tevayî tesîra ku car caran mirov dibêje ma qey tenê para Kurdan e neyêniyên jiyanê heta her zerreyên xwe bandor fikir bêfedî, bêşerm bê ku ji Xwedê bitirsin.
Dibin penaber, koçber, multecî li ser axa xwe; ji ber ku jiyana bêrûmet qebûl nekirin. Serî netewandin li hemberî dijminê bav û kalan. Ji parçeyekî welat ber bi parçeyekî din ê welat diçin û Şayan di wê rêwîtiyê de bi hesreta xwegihandina çiyayên azad e.
Dayika Şayan di axaftina xwe behsa wargehên ku lê mane dike, Bihêre, Geliyê Qiyametê û hwd. û jîrbûna Şayan a di dibistanê de dike ku tevî hemû bêderfetiyan gel zarokên xwe ji xwendin û nivîsandinê bêpar nedihişt. Li wan wargehan xwendin û nivîsandin bi Kurdî, sazî û dezgehên dihatin avakirin û xwerêxistina gel dahatûya gelekî yê bi perspektîf û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd dihat afirandin hîn di wê demê de nîşan didan.
Şayan di sala 1996’an de ji Wargeha Etrûş berê xwe dide çiyayan. Dema beşdar dibe 13 salî ye. Şayana ku di temenekî biçûk de beşdarî nav Tevgera Azadiyê dibe di demeke pirr kurt de fêrî jiyana şervanên azadiyê dibe.
Piştî Şayan derdikeve çiyayên ku zemanekî cih û meskenên xwedewandan bûn, dayika wê ji bo hema carekê be jî wê bibîne diçe gel şervanên azadiyê. Di çavên dayikan de ku keç û kurên wan her tim zarok in dayika Şayan ji bo rewşa Şayan bi çavên xwe bibîne û dilê xwe rehet bike dixwaze Wê bibîne. Û li ser vê mijarê wiha dibêje: “Cara yekê ez û pismamê wê em bi hev re çûn serdana wê. Em demeke dirêj rûniştin. Me xwarin xwar. Hevalên xort li wir bûn. Hevalek li wir hebû hema li min dinihêrî û dikeniya. Min got hûn çima nîşanî min nakin? Heval got; “Welleh dayê ne ku em nîşanî te nakin. Ji ber Şayan ne li vir e.’ Min got, ‘Ma ne li vir bû, hûn çima nîşanî min nakin?’ Heval got; ‘Dayê heya tu navê Hevala Şayan ê malê ji me re nebêjî em nîşanî te nakin.’ Dema min navê wê yê malê got Wî hevalî bi navên wê yên malê bang kir. Piştre em derbasî cem havalên jin bûn. Em bi hev re derketin araziyê. Şayan ji min re got; ‘Dayê ev qas sal em di nav hevalan de ne.’ Min jî got, ‘Tu keça min î û parçeyek laşê ji laşê min î. Di rêya şeref û namûsê de heya dawiyê ez ê bi te ser bilind im.’ Şayan jî got; ‘Ez bi xwîna şehîdan sond dixwim. Heya dilopek xwîna min hebe tê bi min serbilind bî. Lê dayê ez ê ji bo te tiştekî bêjim, ez nizanim ez ê kengî şehîd bikevim. Lê eger ez şehîd ketim tê li ser min bilîlînî.’”
Gurbet xwîşka Şayan e, di sala 2005’an de lı çıyayên azad Şayan dıbîne û pirr jê bandor dibe. Axaftinên Şayan ên wê demê hîn jî peyv bi peyv di hişê wê de ne û wer behsa wê demê dike: “Di sala 2005’an de ez çûm mın Şayan dît. Bi qasî hefteyekê ez li gel mam. Wê demê ew coş û germahiya wê ez pirr bandor kirim. Germahî û heyecanek wisa bû ku te digot qey hema destê xwe veke wê Kurdistan azad be. Her tim ji me re digot; ‘Her tim xwe bi rêxistin bikin. Ji bîr nekin ku hûn ji gundekî wisa ne ku şehîdên wê ji şînkahiyên we zêdetirin. Her malek xwedî şehîd e û pêwîst e hûn wisa bikin ku bibin layiqê şehîdan.’ Dema ku min şehadeta wê bihîst, ji min re pirr giran hat. Min digot, ez ê ji vir şûn ve çawa bijîm. Lê ew germahiya wê, axaftinên wê, hevaltiya wê, ew hêza ku min ji wê girt bi min re hêzek çêkir.’”
Gerîlla Şayan ku di sala 1996’an de tevlî nav refên şervanên azadiyê bû, li gelek qadên cuda yên şer ma. Di zor û zehmetiyên herî dijwar de weke jineke serhildêr rûyê wê her dem bi ken bû. Xwedî cesareteke bi heybet û zane bû. Her gotin û jiyana wê di nav diyalektîkeke efsûnî de hevdu temam dikir û bû çavkanî ji şervan û gelê xwe re.
Di sibata 2012’an de şervanên azadiyê ku di nav wan de Gerîlla Şayan jî heye çalakiyeke mezin li dar dixin. Tecrîda ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, hêrs û kîna şervanên azadiyê bilind dike. Sibat ku li çiyayên Kurdistan pirr dijwar e şervanên Apoyî bi çalakiya xwe nîşan didin ku ne zilma dijmin ne jî dijwariya xwezayê dikare bibe asteng. Çalakî bi serketî ye û Şayan di vê çalakiyê de yek ji pêşangan e. Hêzên dagirker ku wendahiyên mezin didin gerîlla Şayan jî di vê çalakiyê de digihêje asta bilind a şehadetê.
Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê bi bîr anî Şayan û di daxuyaniyê Fermandariya Navendî ya HPG’ê wer behsa Gerîlla Şayan, jiyan û têkoşîna wê dike: “Hevala Şayan a di sala pêngava dîrokî ya di 1984’an de ji dayik bûye û bi çanda berxwedêr a gelê me yê Botanê mezin bûye, xwe bi mîrateya vê çanda kûr perwerde kiriye. Baweriya Hevala Şayan ew bû ku azadî tenê li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were. Bi van hestan di sala 1996’an de di temenekî biçûk de berê xwe dide nav refên gerîlla.
Di şert û mercên herî dijwar de têkoşîna xwe berdewam kiriye, tevî zext û zorên dijmin ku li ser gelê me ferz kiriye neçarî koçberiyê maye, zehmetiyên di jiyana xwe de kişandiye ew kamil kiriye, di kesayeta wê de hêzeke mezin afirandiye û di nav gerîlla de kûrbûneke mezin jiyaye. Hevala Şayan, li herêmên Xinêre, Qendîl, Garê, Çiyayê Spî, Metîna û Zapê têkoşîn meşandiye, her wiha di gelek perwerdeyên akademîk ên partiyê de derbas bûye, bi taybetmendiyên xwe yên milîtan û şoreşgerî di dilê çiyayan û hevalên xwe de cihekî taybet girt. Baweriya xwe ya, jin bi têkoşîna li çiyayan bedew dibe, çiya bi hebûna jinê watedartir dibe her dem zindî digirt û di her şert û mercan de bi coş weke çiyayiyekî ber bi azadiyê ve bimeşe tevdigeriya.
Perwerdeyên dîtibû, lêhûrbûnên jiyabûn, kûrbûyina di felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de, bûyina şervaneke jêneveger a Têkoşîna Azadiya Jinê di kesayeta Heval Şayan de derdiket holê. Li dijî her cure ferasetên paşverû û ber bi pergalê ve dibe bi hişmendiyeke mezin têkoşîneke bêeman dimeşand. Di dilê xwe de hezkirina hevaltiyê mezin dikir û bi vê sekna xwe şopdariya xwe ya bi milîtanên jin ê berxwedaniya gelê Kurdistanê re îspat kiriye. Li pey şopa Şehîd Bêrîtanan, Zîlanan û Viyanan di mejiyê xwe de ruhê cangorî yên Apoyî afirandiye û li dijî dijmin lehengtiyeke destanî nîşan daye.”
Dayika Şayan jî li ser soz û ehda xwe ya dabû Şayan disekine û dema diçe ser gora Şayan dilîlîne. Ev lîlandin ku tirsa û xofa dijmin zêde kiribû, hêz û hestên bilindkirina têkoşînê dida tevayî gelê Kurd.