Ebdulwehab: Em amade ne derfeta weşanê bidin ROJ TV

Ebdulwehab: Em amade ne derfeta weşanê bidin ROJ TV

Li ser biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşana Roj TV, Nûçe TV û MMC, rayedarên Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku ew amade ne derfetên weşanê bidin Roj TV û kanalên din ên Kurdî.

Biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşana Roj TV, Nûçe TV û MMC, li nerazîbûneke mezin a Kurdistaniyan rast tên. Rêveberê Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Rewşenbîriyê ya Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Helgurd Ebdulwehab daxuyaniyek taybet da ANF'ê û diyar kir ku, biryara betalkirna weşanên kanalên Kurdî siyasî ye.

Ebdulwehab li ser pirsekê, kanalên televîzyonê yên Kurdî yên hatine qedexekirin vexwend Başûrê Kurdistanê û got, "Belê dikarin bên vê derê û li vir kar bikin. Li vê derê qanûna rojnamevaniyê heye. Destûra taybet a kanalên televîzyon û radyoyan heye. Di çarçoveya van qanûnan de, ev kanalên televîzyonê dikarin bi xêr bên û weşana xwe li vir dewam bikin."

Helgûrd Ebdûlwehab bal kişand ser hebûna hin kenalên Erebî li Başûrê Kurdistanê û anî ziman, ku eger kanalê Kurdî bixwazin ew dikarin ji bo freqansê serî li Wezareta kar û barên derve ya herême bidin.