DYE'yê ji bo rawestandina êrîşên li ser Durziyan bang kir
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio li hemberî bûyerên tundiyê yê navbera Durziyan û komên Bedewî yên li başûrê Sûriyeyê bang li rêveberiya Şamê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio li hemberî bûyerên tundiyê yê navbera Durziyan û komên Bedewî yên li başûrê Sûriyeyê bang li rêveberiya Şamê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.
Rubio di daxuyaniya xwe de ya li ser X'ê (bi navê xwe yê berê Twitter) got, divê hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û pêşî li komkujiya li hemberî sivîlan bigirin.
Ruibo got, "Eger rayedarên li Şamê Sûriyeyeke aştiyane, hembêzkirî, yekbûyî ji DAÎŞ û Îranê xalîkirî dixwazin, divê ji bo bidawîkirina vê felaketê hêzên xwe yên ewlekariyê bi kar bînin û nehêle DAÎŞ û cîhadîstên din biçin herêmê û pêşî li komkujiyan bigirin."
Rubio got, "Destavêtina li mirovên bêguneh û qetilkirina wan divê bi dawî bibe" û anî ziman ku rêveberiya Şamê kesên ku tevlî van sûcan bûne, di nava refên wan jî de be divê radestî edaletê bike.