Dûran Kalkan: Nameya dawî ya Ocalan pakêteke tedbîran e
Dûran Kalkan: Nameya dawî ya Ocalan pakêteke tedbîran e
Dûran Kalkan: Nameya dawî ya Ocalan pakêteke tedbîran e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku nameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo di dema havînê de pêşî li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd were vekirin, pakêteke tedbîran e. Li gorî Kalkan, Ocalan ji bo pêvajoyoa çareseriyê neyê taloqkirin, xebatên komîsyonan ên ji bo dema havînê amadekariyan bike, pêşniyar dike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan, di bernameya Sêla Sor a Stêrk TV de bersiv da pirsên li ser rojevê û nameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û rêveçûna pêvajoyê nirxand.
NAMEYA DAWÎ GIRÎNG E
Kalkan der heqê nameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî tevgera azadiyê ya Kurd kiriye de got, "Nameya dawî girîng e. Em dibînin ku bûye mijara gelek nîqaşan. Der heqê taybetmendiya bingehîn a nameya dawî de dikarim vê bêjim; Di mehên havînê de ji bo pêşî li çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd bê vekirin, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, guhertinên siyasî û huqûqî yên divê werinkirin, rê û rêbazên rakirina astengiyên li pêşiya guhertinan, weke pakêteke tedbîran e. Kûrbûneke xurt a Rêber Apo heye. Pêvajo şopandine, lêkolîn kiriye û nirxandiye. Bêguman dixwaze, pêşdîtinên wî demildest bên bicihanîn. Ji ber ku pêwistiya pêvajoyê bi vê heye. Rewşa li Herêmê, li Tirkiyê û li Kurdistanê, rê nade dirêjkirina pêvajoyê. Saziya ku pêwîste herî zêde di vê demê de kar bike, Meclîsa Tirkiyê ye û partiyên siyasî yên di bin sîwanê wê de ne. Niha ev sazî ketiye betlaneyê, ne diyar e wê kengî vebe. Komîsyoneke destûra bingehîn heye, bi mehan e deng jê nayê. Li ser hişyariya Rêber Apo di rojên dawî de ji nû ve zindî bû û dest bi avêtina hin gavan kir. Bi betlaneyan, bi ji bîrkirin an xemsariyê, pêvajo nameşe. Rêber Apo ji bo astengiyên bi vî rengî ji holê rabin, pakêteke tedbîran pêşniyar kiriye. Gelekî maqûl û guncaw e. Di cewhera wê de xebatê komîsyonê heye.
PÊŞNIYARA XEBATÊN KOMÎSYONÊ
Ji bo demokatîkbûyîn û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, xebatên komîsyonan pêşniyar dike ku ev komîsyon wê amadekariyên guhertinên huqûqî û nûbûnê bikin. Eger bi heft-heyşt komîsyonan kar were meşandin, hingî pêvajoya çareseriya demokratîk na xetime û taloq nabe. Rewşên bi vî rengî di xebatên komîsyonan dikarin hal bibin. Ev yek plana wezîfeyên meclîsê ne, lewma ji bo me gelekî watedar e. Ji bo serketina wê, çi ji destê me bê emê bikin.
BERPIRSYARIYÊN MEZIN DIKEVIN SER MILÊ AKP'Ê
Lê divê herkes vê bizanibe ku di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê partiya deshilatdar AKP'ê. Wezîfe û berpirsyariyên BDP'ê jî hene. Xebatên di çarçoveya meclîsê de bên kirin. Betlane hebe jî, divê partiyên li meclîsê, di nava xwe de komîsyonan ava bikin. Eger vê nekin wê pêvajo zerareke mezin bibîne. Berpirsyarê vê jî, wê ne Rêber Apo ne jî em bin. Berpirsyarê vê wê ew kesên wezîfeya xwe bicih neanîne be.
DIVÊ HERKES ÇALAK BIN
Ez banga hestiyariyê li herkesî dikim. Roj ne roja xemsariyê ye. Lazime herkes çalak be. Hewl bidin derfet û firsendan baş bikar bînin. Eger ev bê kirin, wê demokrasî bi ser bikeve. Tirkiye hingî dikare bibe pêşengê pêşketinên li Rojhilata Navîn. Divê bala herkesî li ser be, herkes ji bo demokratîkbûyînê têbikoşin."