Du çeteyên êrîş pêk anîn hatin kuştin
Du çeteyên êrîş pêk anîn hatin kuştin
Du çeteyên êrîş pêk anîn hatin kuştin
Li gundê Qutmê ya navçeya Şera ya Efrînê 2 endamên komên çete hatin kuştin û yek birîndar bû. Her wiha hêzên YPG'ê wesayitekî çeteyan desteser kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê li gundê Qutmê yê navçeya Şera ya Efrîn hewldan êrîşî benda kontrolê ya YPG'ê bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û di encamê de pevçûn derket. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 2 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û yek birîndar bûye. Çavkaniyên YPG'ê diyarkirin ku hêzên YPG'ê wesayitekî çeteyan û 2 çekên wan destser kirine. Her wiha herdû cenazeyên wan ketin dest.