DTSO rêveberiya xwe ya nû hildibijêre
DTSO rêveberiya xwe ya nû hildibijêre
DTSO rêveberiya xwe ya nû hildibijêre
Endamên meclîsa Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê (DTSO) ku nû hatin hilbijartin, ji bo serokê nû yê DTSO û desteya rêveberiyê hilbijêrin, dengê xwe bikar anîn.
Ji bo destnîşankirina serok û desteya rêveberiyê yên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê (DTSO), endamên meclîsa nû dengê xwe bikar anîn. 35 endamên meclîsê yên ji Lîsteya Şîn a Hewldana Karsazên Demokratîk hatin hilbijartin, bi awayekî komî hatin DTSO'yê. Endamên meclîsê ji aliyê xebatkarên DTSO'yê ve bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin û piştre li sindoqên hatin danîn, ji bo serok û desteya rêveberiyê ya nû hilbijêrin dengê xwe bikar anîn. Dengdan wê heta saet 17.00'an dewam bike û dûre rêveberiya nû eşkere bibe.