DTSO, ji bo Alkan giliyê polêsan dike
DTSO, ji bo Alkan giliyê polêsan dike
DTSO, ji bo Alkan giliyê polêsan dike
Hewldana Karsazên Demokratîk ku di hilbijartinên Odeya Pişeyî û Bazirganî ya Amedê de bi Lîsteya Şîn bi ser ket, der heqê encamên hilbijartinê û bûyerên piştre qewimîn de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo xwendekarê zanîngehê Diyar Alkan ê dema ji êrişa polêsan direviya ji 10 metreyî ket xwarê û bi xedarî birîndar bû, wê giliyê polêsan were kirin.
Di daxuyaniya Hewldana Karsazên Demokratîk de hat diyarkirin, ku di encama hilbijartinên doh de ji 16 koman wan 12 kom qezenç kirine û hat destnîşankirin ku bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê re, li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû jinûve avabûnê destpê kiriye.
Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser girîngiya aboriyê ya di warê avakirina pergal û jiyaneke nû de û weha hat gotin:
"Ji bo ev pêvajoya jinûve avakirinê ya binyatî mayînde bibe, şertê sereke jinûve avakirina mejî û têgihiştinê ye. Weke Hewldana Karsazên Demokratîk gava em bi dirûşma "Em aboriya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad jinûve ava bikin" ketin ser rê, gava me vîzyon û projeyên xwe amade kirin, gava me rêbazên xwe yên hilbijartinê destnîşan kirin, me ev têgihiştin ji xwe re esas girtin. Bi hêza ku me ji hilbijêrên xwe yên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê girtin û hêza gelê me da me, em vê tabloya ji sindoqan derket holê weke gaveke destpêkê dibînin û bi hemû saziyên xwe emê berpirsyariyên xwe bicih bînin."
XWERANEGIRTINA POLÊS HAT ŞERMEZARKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku çend deqe piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê, ciwanan xwestin vê serketinê pîroz bikin, lê li êrişa polêsan rast hatin û xwendekarê Dibistana Bilind a Pişeyî ya Zanîngeha Dîcleyê Diyar Alkan, dema ji êrişa polêsan reviya ji ser dîwarê 10 metre bilind ket xwarê û bi giranî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de ev xweranegirtina polêsan a li kêfxweşiya encamên hilbijartinê bi tundî hat şermezarkirin û weha hat gotin: "Eger di tenduristiya Diyar Alkan de tiştekî nebaş rû bide, wê hêzên emniyetê yekser berpirsyar bin. Weke Hewldana Karsazên Demokratîk, em didin zanîn ku em rewşa tenduristiya hevalê xwe Diyar Alkan ji nêz ve dişopînin û emê li hemberî berpirsyaran, pêvajoya qanûnî bidin destpê kirin û hesap bipirsin. Em ji hevalê xwe Diyar Alkan ê di dema hilbijartinê de ji bo Lîsteya Şîn kedeke mezin da, şîfa dixwazin."