Li Derya Spî drama penaberan bi dawî nabe. Di hefteya dawî de herî kêm hezar û 100 penaberî jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta Îtalyayê îdîa kir ku ew li hemberî hatina penaberan ‘bêçare’ ne. Tevî ku li gorî par hejmara penaberan zêde nebûye jî, di hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane de zêdebûnek balê dikişîne.
Îtalya bi binavbûyîna keştiya ku şeva Şemiyê ya ji Lîbyayê dihat û nêzî 700 penaber têde bû dianî, di hefteyê de du caran şok jiya. Di nava hefteyê de piştî ku nêzî 400 penaberî jiyana xwe ji dest da,bi drama ku dawiya hefteyê hat jiyîn re hejmara penaberên mirin, gihiştin hezar û 600’î. Sala bihurî li Derya Spî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 400 bû û sala buhrî jî di dema Çile-Nîsanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest da 50 bû.
Her çiqas di vê dramê de zêdebûna hejmara penaberan bê nîşandan jî, li Lîbyayê ji ber şer, şebeke her diçin keştiyên biçûk û bê ewle tercîh dikin. Ji nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Jean-Françoîs Dubost da zanîn ku tevî şert û mercên hewayî yên xerab, şebeke keştiyên pêwist nabînin ev jî xetereyê ava dike. Dubost bi lêv ku keştiyên ji Lîbyayê diçin Îtalyayê êdî venagerin û ji ber vê serî jî li keştiyên nebaş didin.
Li gorî Jean-François Dubost sedemeke din a drama penaberan zêde dike bi dawîbûna operasyonên Mare Nostrum ya rizgariyê ye. Îtalyayê bi derfetên xwe Mare Nostrum xist dewrê û YE’yê piştgirî nedabûyê û bi dawî kiribû.
Armanca operasyona bi navê Trîton a li Frotexê ket jiyanê jî ji rizgarkirina mirovan wêdetir, parastina sînorê YE’yê bû.
ÎTALYA ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE
Bi taybet bi zêdebûna şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê zêde bûye re, hejmara penaberan zêde dibe û ev jî rastiyeke ku Îtalya li dij vê zehmetiyan dikişîne.
Her çiqas kapasîteya kamp û navendên penaberan ên Îtalyayê 80 hezar be jî, penaber di bin şert û mercên zehmet de tên girtin. Di hefteya dawî de bi hatina penaberan re pirsgirêk mezin bûye û Wezareta Karên Hundir hefteya dawî ji walîtiyan ji bo 6 hezar û 500 kesî cihê mayînê xwest.
Bi zêdebûne hejmara penaberan re partiyên rastgir ên Îtalyayê jî xebatên dij-propagandayê zêde kirin. Lîderê partiya Lîga Bakur a populîst Metteo Salvînî, ji walî, şaredariyê û endamên meclîsê xwest ku cih nedin penaberan.
63 HEZAR KESÎ SERLÊDANA PENABERIYÊ KIR
Sala buhrî 170 hezar penaber ketin Îtalyayê lê tenê 63 hezarî serlêdana penaberiyê kir. Beşeke mezin a penaberan welatên Ewropayê tercîh kirin.
Tenê li Elmanyayê sala buhrî serlêdanên penaberiyê 173 hezar bû û hejmara ku ji bo Swêdê hat kirin jî 75 hezar bû.
Di 2014’an de hejmara penaberên ji ser Derya Spî hatin welatên YE’yê 50 hezar ketibûn Yewnanîstanê, 7 hezar çûbûn Spanyayê û 43 hezar jî ketibûn Balkanan.