Dr. Fûad Huseyîn: Bi Erdogan re em li ser Rojava neaxivîn
Dr. Fûad Huseyîn: Bi Erdogan re em li ser Rojava neaxivîn
Dr. Fûad Huseyîn: Bi Erdogan re em li ser Rojava neaxivîn
Der heqê hevdîtina duh êvarê ya navbera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rêveberiya Kurdistana Federal Mesûd Barzanî de Serokê Dîwana Serokatiyê ya PDK'ê Dr. Fûat Huseyîn da xuyakrin ku ti peyman nehatine morkirin, di hevdîtina duyîtî de li ser Rojava nehatiye axivîn û di mijara enerjiyê de ti peyman nehatiye morkirin.
Serokê Dîwana Serokatiyê ya PDK'ê Dr. Fûad Huseyîn nûçeyên ku diyar dikin; bi Tirkiyê re li ser 4 serenavan li hev kirine, derewand. Huseyîn diyar kir ku pêkanîna li dijî Rojava ya li ser daxwaza Tirkiyê nehatiye rojevê û anî ziman ku hevdîtin bi temamî "hevdîtineke siyasî" bû. Huseyîn wiha axivî:
"Di hevdîtina bi Serokwezîr re, em li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurda bi rêyên aştiyane û demokratîk axivîn. Rewşa li Sûriyê bi awayekî giştî hat nirxandin. Lê belê biryardarî û mijareke ku Hikûmeta Kurdistanê dê destûrê nede rêveberiyeke de facto ya PYD'ê li Rojava dixwaze ava bike, nehatiye rojevê. Mijara xeta lûleya petrolê û mijara enerjiyê ya navbera Tirkiye û herêma Kurdistana Iraqê bi ti awayî nehat axivîn. Ji ber ku ev mijar karên navbera hikûmetan e, peymanek di vî warî de bi ti awayî nehat rojevê."