Dozger îtîraz li berdana Çekîn kir

Dozger îtîraz li berdana Çekîn kir

Dozgeriya Komarê ya Sêrtê îtîraz li serbestberdena Abdullah Çekîn ê ku bi îddîaya destdirêjiya li hemberî 2 zarokên 13 û 17 salî hatibû binçavkirin û serbest berdan, kir.

Serdozgerê Komarê yê Sêrtê Mutlu Bulut, îtîraz li berdana Abdullah Çekîn ê ku li Sêrtê bi îddîaya destdirêjiya li hemberî 2 zarokên 13 û 17 salî hatibû binçavkirin û serbest berdan, kir. Bulut di îtîraza xwe de ji Dadgeha Asliye Ceza ya Sêrtê xwest ku Çekîn were girtin. Her wiha Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê der barê lêpirsîna doza Çekîn de biryara veşariyê da.

Çekînê ku bi îddîaya destrêjiya li hemberî zarokên cêwî şeva şemiyê sewqî edliyeyê hatibû kirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Piştî bûyerê BDP'ê Çekîn ji partiyê ixraç kir û Çekîn jî ji hemû peywirên xwe yên endamtiya partiyê, alîkariya şaredar û endamtiya meclîsa şaredariyê îstîfa kiribû.