Doza Melek Karaaslan dîsa hate taloqkirin
Doza Melek Karaaslan dîsa hate taloqkirin
Doza Melek Karaaslan dîsa hate taloqkirin
4'emîn rûniştina doza Melek Karaaslan (24) a ku li naçveya Xamûrê ya Agiriyê ji aliyê hevserê wê Ferdî Karaaslan û xizmên wê ve hate qetilkirin hate dîtin. Di rûniştina Ferdî Karaaslan û malbata wî tevlî nebûyîn de dayîka Melekê Hanim Levent xwest ku sûcdar bên cezakirin.
4'yemîn rûniştina doza Melek Karaaslan (24) a ku li gundê Eşurgevuka navçeya Xemûrê ya Agiriyê ji aliyê hevserê xwe Ferdî Karaaslan, Xwezurê xwe Kudbettîn Karaaslan û Xwesuya xwe Naciye Karaaslan ve 3 mehan di destşoyê de birçî hate hiştin û 8 salan şîdet dît û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqere û di tîrmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da li Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hate dîtin. Malbata Ferdî Karaaslan û malbata wî tevlî rûniştinê nebûn. Dayîk û bavên Melek Karaaslan Hanim Levent û Kasim Levent, Dr. Yonca Ayas, Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê ya Agiriyê Hudeyda Demîrtaş, Nûnera SES'ê ya Agiriyê Fecrî Çalboga, Rêvebera KAMER'ê Bîrgul Arat, Serokê Komelaya Jinan a Rojê ya Agirî Gulay Soylemez, Berpirsiyara Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Şaredariya Bazîdê Ozlem Arici û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de dayîka Melek Karaaslan Hanim Levent, diyar kir ku piştî keça wê mir weke malbat têkçûn û xwest ku doz bi dawî bibe û berspirsiyar bên cezakirin. Parêzeran xwest ku kontrola edlî ya ji bo bavê Karaaslan hatî dayîn bê rakirin lê dadgehê biryar redkir û biryara di nava 10 rojan de biçe qereqolê û îmzayê bavêje. Bavê Karaaslan Kasım Levent jî wiha got: "Kîjan bav dixwaze keça wî di vê rewşê de be. Tu kes naxwaze."
Heyeta Dadgehê bi hinceta rapora têkildarî Melek Karaaslan a Saziya Tipa Edlî bên û delîl careke din bên lêkolînkirin rûniştin taloqî 27'ê hezîranê hate kirin.
LI DIJÎ TALOQKIRINA RÛNIŞTINAN BERTEK!
Piştî rûniştinê dayîka Melek Karaaslan Hanim Levent axivî û bertek nîşanî taloqkirina rûniştinên da û xwest ku sûcdar bên cezkirin. Levent, xwest ku hevserê, xwezur, xwesuyên Karaaslan bên cezakirin û wiha got: "Keça min ji ber tirsê şîdeta dît ji me re nedigot. Ji xwe destûra her tim bê malê nedidan. Her tim ji me veşart." Bavê Melek Karaaslan Kasim Levent jî diyar kir ku ji ber li zozanan in hatin û çûna wan a dadgeh bi zehmetî dikeve û wiha got: "Xwedê vê edaletê qebûl nake. Kîjan bav dixwaze keça wî îşkenceyê bibîne. Keça min tirsandibûn. Ji me re tiştên jiyîn nedigot. Ji xwe nedixwast em biçin mala wan jî. Keça min her tim ji me veşart. Gelek dereng em hînbûn ku îşkenceyê dibîne. Tu kes xwedî lê derneket. Heke em xwedî li keça xwe dernekevin dê kî xwedî lê derbikeve. Dadger dixwaze keça wî îşkenceyê bibîne. Çawa ji xwedê natirsin."
Dr. Yonca Ayas jî diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek jin rastî şîdetê tên û wiha got: "Li Agiriyê ji bo li dijî şîdeta jinê em pedal zivirandin. Ez dizanim ku aliyê hiqûqî karê hiqûqnasan e. Lê di aliyê civakî de peywira me hemûyan e."