Doza 'KCK'ê' ya Rezanê destpê kir

Doza 'KCK'ê' ya Rezanê destpê kir

7'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Rezanê ku 32 jê girtî bigiştî 95 kes têde tên darezandin destpêkir.

7'emîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Rezanê ku 32 jê girtî bigiştî 95 kes li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihatin darezandin, dest pê kir. Ji ber ku cih tunebû rûniştin li salona 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştinê de 30 jê kesên girtî, 71 kes wergerên Kurd û parêzer amade bûn. Xizmên girtiyan jî rûniştin şopand.

Rûniştin bi parastina Abdulhemît Durmaz ê girtî destpê kir. Durmaz parastina xwe bi riya werger bi kurdî kir û sûcdariya "endamtiya rêxistinê" red kir û diyar kir ku, ew endamê partiya siyasî ye. Di dema Durmaz parastin dikir mîkrofon xirab bûn û ji ber vê yekê jî navberekî kin dan rûniştinê. Piştî navberê Durmaz îdiayên tevlî çalakiyên dijzagonî, bername û civînan bû red kirin.

Durman anî ziman ku, îdiayên şahidê nepen derbarê wî de gotin rast nînin û wiha got: "Ez Endamê BDP'ê yê di beşa têkiliyên gel de dixebitim im. Hemû xebatên min kirin li gorî rêziknameya partiya me ne û zagonî ne." Durmaz derbarê wêneyên nîşanî wî hatin dayîn de jî got kesê di wêneyan de ewe û wiha axivî: "Kesên li vir ezim, dema ez ketim partiyê hatiye kişandin. Li vir tiştek tuneye." Durmaz beraeta xwe xwest.

Piştî Durmaz Alî Ayna, Azîze Aslantaş, Bahar Fîlîz û Canan Guler ên bêyî girtî tên darizandin bi kurdî parastin kirin û îdia red kirin.

Rûniştin piştî navberê dê berdewam bike.