Doza ‘KCK’ê’ ya Meletiyê taloqî 30'ê Tîrmehê hat kirin
Doza ‘KCK’ê’ ya Meletiyê taloqî 30'ê Tîrmehê hat kirin
Doza ‘KCK’ê’ ya Meletiyê taloqî 30'ê Tîrmehê hat kirin
Doza 10 siyasetmedarên BDP'î yên Meletî ku di bin doza KCK'ê de dihatin darizandin taloqî 30'ê Tîrmehê hat kirin.
2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Meletiyê ya 7 jê girtî 10 kesên ku di 19'ê Hezîrana 2012'an de hatin girtin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Rûniştina doza 10 kesên ku di navde Hevserokên BDP'ê yên Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen, Serokê BDP'a Navçeyê Ali Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Ali Piro û rêveberê ÎHD'ê Hikmet Kapanci jî heye berdewam kir. Di rûniştinê de 10 siyasetmedar, xizmên wan û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Parêzerên tev li rûniştina dozê bûn ji bo parastinê dem xwestin. Li ser daxwaza parêzeran heyetê doz taloqî 30'ê Tirmehê kir.
Di rûniştina ewil de Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci, Endamê BDP'ê Kamber Soylemez û Cîgirê Hevserokê BDP'a Meletiyê Zekî Kiliçgedik hatibûn berdan.