Doza 'KCK'ê' hate taloq kirin

Doza 'KCK'ê' hate taloq kirin

Rûniştina doza Îdirê ya "KCK'ê" pêkhat. Di rûniştinê de bi hinceta lêkolîna dosyayê hate daloqkirin.

Rûniştina 15 kesên di nav de rêveberên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê û endamên Meclîsa Giştî hene ya Îdirê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê pêkhat. Di rûniştinê de 15 kes û parêzerên wan tevlî bûn. Di rûniştinê de bersûcan îfadeyên xwe yên borî dubarekirin. Piştî îfadeyan heyeta BDP'ê bi hinceta lêkolîna dosyayan rûniştin taloqî 20'ê gulanê kir.