‘Doza E.A ya hemû jinan e’
‘Doza E.A ya hemû jinan e’
‘Doza E.A ya hemû jinan e’
Saziyên jinan ên Colemêrgê bi armanca zaroka 16 salî E. A., ku li Çewlikê rastî destdirêjiya 8 leşkaran hat civîna çapemeniyê li dar xist. Saziyên jinan ên Colemêrgê ku civîn pêk anîn diyar kirin ku, ew vê dozê weke doza tecawizê nabînin û wiha gotin: "Ev vê doze weke doza rûmetê dibînin. Ev doz ne tenê doza E.A ye. Ev doz doza me hemû jinan."
Hevparên jinan ên saziyên civakî yên Colemêrgê bi armanca zaroka 16 salî E.A ku li gundê Hazarşah a girêdayî navçeya Bangilana Çewlikê rastî destdirêjiya 8 leşkeran hat, li Salona Civînê ya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş ku di bin banê Şaredara Colemêrgê de xebat dide mişandin civîna çapemeniyê li dar xistin. Civaknas Ozgul Dogan di civînê de axivî û bertek nîşanî leşkerên ku hatine berdan da. Dogan diyar kir ku, doza zaroka 13 salî N.Ç hîna di hafizê wan zindîye û wiha got:
"Ev doz hîna wijdana civakê xwîn dike. Ên ku ew darizandin cardin heman dadgeha heman zilaman bû. Dadgeh çiqasî cuda be, lê zîhniyete hemane. Di vê dozê de jî ev yek derket holê." Dogan da zanîn ku, ev doz tenê dozeke tecawizê nîne û wiha bi dawî kir: "Ev doz doza rûmetêye. Ev doz ne tenê doza E. A ye, ev doz doza hemû jinane. Bi vê boneyê em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê bûyera sosret bi hestiyar tevbigerin. Heyanî tecawizkar ne yên girtin û darizandin, em dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”