Doza Bingehîn a Stenbolê ya 'KCK' bi parastinan dewam dike
Doza Bingehîn a Stenbolê ya 'KCK' bi parastinan dewam dike
Doza Bingehîn a Stenbolê ya 'KCK' bi parastinan dewam dike
5. kombûna rûniştina 8. a doza bingehîn a Stenbolê ya 'KCK'ê, bi parastina siyasetmedarên Kurd dewam dike.
8. rûniştina Doza bingehîn a Stenbolê ya 'KCK'ê ku 91 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafên mirovan tên darizandin, bi kombûna pêncemîn dewam dike.
Di rûniştina li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê de 80 siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û parêzer beşdar bûn.
Rûniştina dozê, ku gelek xizmên girtiyan jî lê amade bûn, bi parastina Serokê berê yê Rêxistina BDP'ê ya Esenlerê Mehmet Tayyîp Arlan destpê kir. Arslan diyar kir ku ev 25 sal in ew li heman navnîşanê rûdinê û beriya BDP di nava DTP'ê siyaset kiriye û got, "Ez siyasetmedarê Kurd im. Ti carî neketime nava çalakiyên derveyî qanûnî. Tevahiya têkoşîna min ji bo biratiya gelan e."
Arslan ragihand ku xebatên wî vekirî ne û anî ziman ku hemû tawanbariyên di doza beriya niha der heqê wî de li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû vekirin li vê dosyayê hatine zêdekirin. Arslan sûcdariyên di gilînameyê de hatin ziman red kir.
Rûniştin bi parastina Arslan dewam dike.