Dokûmanên Komkujiya Dêrsimê li Meclîsê ne
Dokûmanên Komkujiya Dêrsimê li Meclîsê ne
Dokûmanên Komkujiya Dêrsimê li Meclîsê ne
Fermandariya Artêşa Tirk, 5 hezar dokûmanên Komkujiya Dêrsimê radestî Meclîsê kir. Bi vî rengî hejmara dokûmanên li ser komkujiyê yên gihaştiye ber destê Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsê, gihaşt 140 hezar rûpelî.
Serokê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê Mehmet Daniş da xuyakirin ku hemû dokûmanên li ser Komkujiya Dêrsimê yên wan ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk xwestine, gihaştine ber destê wan. Daniş diyar kir ku ji bo lêkolînkirina dokûmanên li ser Komkujiya Dêrsimê, xebatên wan ên ji bo avakirina komîsyonek ji zanyaran a ji zanîngehên cûda dewam dikin. Daniş ragihand ku ev komîsyon wê dokûmanan hûr bikole û komî ser hev bike.
Bi dokûmanên ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk re hat, hejmara dokûmanên li ser Komkujiya Dêrsimê gihaştiye ber destê komîsyonê 140 hezar rûpel derbas kirin.