Doktoran piştgirî dan kampanya îmzeyan
Doktoran piştgirî dan kampanya îmzeyan
Doktoran piştgirî dan kampanya îmzeyan
Komîteya Tenduristiyê li Hesekê, bi armnca pişgirtiya kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Ocalan daxuyaniyek dan. Komîteyê bang li welatiyan kirin ku tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan bibin.
Li bajarê Hesekê xebatkarên tenduristiyê û bijişkên bajêr ku di nava komîteya tenduristiyê de cihê xwe digirin, bi aramanca pişgirtiya kmpanya berhevkirina îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pijişk û xebatkarên tenduristiyê ku cihê di nava komîteya tenduristiyê de digirin bang li hemû kesî dikin ku tevlî pêvajoya nû bibin û îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan bidin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku azadiya Ocalan mercekî serekeye ji bo serkeftina pêvajoya aşîtiyê ye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Komîteya Tenduristiyê bang li şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê kir ku bi erkê xwe yê netewî rabin û tevlî kampanya cîhanî ya berhevkirina îmzeyan bibin.