DOKH’ê li Êlihê ji bo cangoriyên azadiya Kurd mewlûd da
DOKH’ê li Êlihê ji bo cangoriyên azadiya Kurd mewlûd da
DOKH’ê li Êlihê ji bo cangoriyên azadiya Kurd mewlûd da
Tevkarên DOKH’ê li Êlihê, ji bo siyasetmedarên Kurd ên ku di 9 Çile de li Parîse hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Ozcan Temel ê ku encama êrîşa çekdarî ya endamên HUDA PAR’ê de jiyana xwe ji dest da û ji bo hemû cangoriyên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane mewlûdek bi tevlîbûna sedan jinan da.
Tevkarên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Êlihê, ji bo siyasetmedarê Kurd ên ku di 9 Çile de li Parîse hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Ozcan Temel ê ku encama êrîşa çekdarî ya endamên HUDA PAR’ê de jiyana xwe ji dest da û ji bo hemû cangoriyên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane mewlûdek bi tevlîbûna sedan jinan li darxist. Mewlûd li taxa Petrolkent li Mala Gel a Mehmet Sîncar hate dayîn. Li salona mewlûd hate dayîn de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û gerîlayên HPG ên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Bernameya mewlûdê bi deqîqeyek rêz girtinê destpê kir. Pişt re ji mewlûda kurdî hate xwendin û dua hatin kirin.
Di mewlûdê de Hevseroka rêxistina BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga diyar kir ku, wan ev mewlûd ji bo bîranîna kesên ev 90 sale di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest didin amade kirine û wiha got: “Bi vê mebestê me hemû şehîd û zarokên xwe carek din bibîr anî. Em azadiya Kurdistanê dixwazin. Ev dem dema azadî, yekîtî û hevigirtina gelê Kurd e. Me tu demê di nava vê têkoşînê de li ser olê siyaset nekiriye. Lê em lê dinêrin kesên li ser olê siyasetê dikin bêtir qetliyaman pêk tînin. Di encama siyaseta li ser olê de hevalê me Ozcan Temel li Êlihê hate qetilkirin. Lê hêj faîlên wî ne hatine dîtin û girtin. Ev hêzên tarî hêj jî li Êlihê li ser olê siyasetê dimeşînin û qetliyaman pêk tînin.”
Piştî axaftina Çarboga, ji bo kesên tevlî mewlûdê bûn xwarin hate dayîn.