"Divê têkoşîna Kurdan û hêzên demokratîk bibin yek"

"Divê têkoşîna Kurdan û hêzên demokratîk bibin yek"

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku berxwedana bi Parqa Gezî destpê kir, nerazîbûna civakê li hemberî siyaseta AKP'ê ya gel ji nedîtî ve tê û xwest, Kurd û hemû hêzên demokratîk têkoşîna xwe bikin.

EV BERXWEDAN QONAXEKE

Karasu di axaftina xwe ya li bernameyek nuce tv de bal kişand ser van xusûsan: “Li Tirkiyeyê li hemberî vê feraseta siyasetê eger di vê astê de bertek hatibin nîşandan pirr girîng e. Û ev qonaxeke.  Bi vê berxwedanê hatiye nîşandan ku wê li Tirkiyeyê demokrasî, têkoşîna demokrasiyê û demokratikbûyîn pêş bikeve û dîsa hatiye xuyakirin ku civakeke wiha heye.”
Mustafa Karasu di berdewama axaftina xwe de bal dikişîne ser armanca têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan û wiha didomîne:  “Eger ji her beşa civakê mirov daxwaza destûreke bingehîn a nû dikin ev ji ber encam û destketiyên têkoşîna demokratîk a bi salan e. Ev 40 sal e têkoşîneke demokratîk a mezin a Tevgera Azadiya Gelê Kurd heye. Ev têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Armanca bingehîn a Tevgera Azadiya Kurdistan demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd ji zîhniyetên nedemokratîk çavkaniya xwe girtin. Lewma demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirr girîng e.” 
Karasu, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew, berxwedan û çalakiyên ku di çarçoveya Parka Gezî de pêş ketine ji bo pêşveçûna demokrasiyê girîng dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em van çalakiyan ji bo feraseta demokratîk a desthilatdar, rêveber û siyasetmedaran pêş bikeve girîng dibînin. Ev feraset, tenê ne zîhniyeta AKP’ê ye; ya CHP û hin partiyên din e jî. Neqebûlkirina wan partiyan ji bo veguhertina feraseta siyasetê girîng e. Dîsa di mijara pêşxistina sekn û hişyariya siyasî ya civaka Tirkiyeyê de girîng e.” 

‘LEZ BIDIN DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYEYÊ’

Mustafa Karasu, di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku ew, kesên ev berxwedan pêş xistine spas dikin û got, “Em sekn û çalakiyên wan ên demokratîk silav dikin. Em vê berxwedanê li hemberî feraseta siyaseta ku nîn e weke helwestekê dibînin.” 
Karasu di axaftina xwe de bal dikişîne ser xalên ku pêwîst e werin pêşxistin jî û wiha dibêje:  “Pêwîst e mirov girîngiyê bide van mijaran: Divê ev helwest û pêngava çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi awayekî paralel bên birêvebirin û hevdu temam bikin. Wê demê wê watedar be. Pêwîst e, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û Tevgera Demokratîk a Kurd hevdu temam bikin û hevdu xwedî bikin. Û bi vî awayî lez bidin demokratîkkirina Tirkiyeyê.”