‘Divê sîstema aboriya Rojava hebe û di destê gel de be’

‘Divê sîstema aboriya Rojava hebe û di destê gel de be’

 Endama Meclîsa PAJK’ê Newroz Ceren, destnîşan kir ku yek ji hêmanên esasî yên civakê aborî ye û bal kişand ser sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin. Ceren gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wekî,  “Yên ku li şopa kesên din diçin, wê bigihîjin heman cihî” bibîr xist û got: “Lewre Rojava ne mecbûre li ser şopa dewletê biçe. Divê sîstema xwe ava bike. Aborî tenê karê pisporan nîn e, ev aboriyê dixe destê hinek derdoran. Aborî karê hemû kesî ye. Divê dayikek 60 salî jî di derbarê aboriyê de xwedî mafê gotinê be. Divê kes civakê birêve nebin.”

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Newroz Ceren, derbarê rewşa aborî ya li Rojavayê Kurdistanê, sîstema ku tê xwestin li vir bê avakirin, zehmetî û xeletiyên wê, pêngavên ku divê di warê aborî de bêne avêtin de pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Aborî tê çi wateyê, hun dikarin bi kurtasî pênase bikin?

Aborî, peyvek yewnanî ye û tê wateya “karên malê”, “aboriya malê”. Bingeha jiyana mirovan li ser têkiliyên bi xwezayê re ye. Di vê wateyê de aborî peydakirina madeyên xwarinê, tişt û amûrên din ên ku ji bo jiyana mirovan pêwîstin e. Her wiha parvekirina van amûran û şeklê bikaranîna wan e. Yanî şeklê parvekirina hemû madeyên xwarinê û amûrên din ê ku ji bo malbatek an jî civakekê pêwîst in. Lê di 300 salên dawî de aborî anîne rewşa zanistekê û vê zanistê aborî aniye rewşek wisa ku nayê fêmkirin. Îro welatiyek ji nava civakê pirtûkek aboriyê bixwîne, ez wisa bawer dikim ku zêdî 10 jî fêm nake. Ji ber ku aborî derxistine derveyî civakê. Lewre jî dersên aboriyê yên ku îro di civakê de têne dayîn an jî aboriya tê bikaranîn, di rastiyê de aborî nîn e. Aboriya ku îro em li ser nîqaş dikin, zêdetirîn aboriya hatiye berevajîkirin e. Ji ber ku sîstemeke ku li ser tiştên ji aliyê komek, derdorek an jî çînayetekê ve têne hilberîn û belavkirin hatiye avakirin e.

* Baş e aborî çawa ji destê malbatê û civakê derket, çi çêbû ku tişteke aydî civakê ket destê kom an jî derdoran?

Bingeha aboriyê bi civakîbûna mirovan re çêdibe. Ger ku em îro wekî civakê hebin, sedema wê ew e ku mirov xwedî sîstemek rast a aboriyê ne. Dema li Mezopotamyayê civak derketin holê, li Ewropayê jî mirov hebûn. Wan jî nêçîrvanî û karên hilberinê dikirin. Lê ji ber ku di warê civakîbûna mayînde de veguherîn çênebû û li hemberî xwezayê jiyana xwe nedomandin, tunebûn. Nifşê Neandertal (Nifşekî mirovan ê nêzî 200 hezar sal beriya niha jiyan kiriye) tune bû. Lê li Mezopotamyayê mirovan jiyana xwe domandin, ji ber ku wan çandinî pêk anî. Her wiha fêr bû ka dê berhemên xwe çawa veşêre. Li ser vê bingehê gund ava kirin û belkî jî hemû beşên bingehîn ên civakê li ser esasê klan (beşa herî biçûk a civakê ku ji xizman pêk tê) û kabîleyan (babik, koma ku ji heman nifşê mirovan pêk tê) hatine avakirin. Ji ber ku klan û kabîle, civakên sereke yên ku sîstema xwe ya aboriyê bi serkeftî pêk anîn e. Ya rastî şeklê çareserkirina pirsgirêkên aborî yan jî şeklê jiyana aborî ya klan û kabîleyan heta roja me ya îroyîn didome. Lê piştî demekê ev şeklê aboriyê yê civakê bi rengekî hate desteserkirin. Li van gundan di warê aborî de piştevanî û alîkarî hebû. Her wiha li van gundan wekheviya kesên ne wekî hev hebû. Tenê her kesî/ê li gorî keda xwe tiştek bi dest nedixist, di civakê de kesek astengdar jî qasî yên din dikarî bigire, yanî dikarî bibe xwedî hemû tiştên ku ji bo jiyanê pêwîst in. Sîstemek wiha hebû û ev ji aliyê civaka gund ve dihate pêkanîn. Niha jî li gelek gundên Kurdistanê welatî ji bo çinandin û komkirina genim û hwd. alîkariya hevûdin dikin. Ev hemû ji wê demê mane.

Di nava civakê de her ku çû ji pêwîstiyê zêdetir hilberîn derket holê, lê li gel vê jî hêzên ku dixwazin bibin xwediyên hilberîna zêde derketin holê. Çînek çêbû, bi vî rengî hêzek di ser civakê de derket holê. Riya çînayetiya di nava civakê de û dewletbûnê vebû. Ji destê civakê derxistina aboriyê jî bi vê yekê re destpê kir.

Wekî ku Rêbertiya me jî aniye ziman, di bingeha aboriyê de jin heye. Ji ber a ku cara yekemîn kedîkirin, çandinî pêk aniye. Di warê belavkirina berheman a bi awayekî wekhev û adîlane jin hêzek bû. Lê li hemberî sîstema ku jinê ava kiriye çînek zilam a ku dixwaze hemû tiştên zêde bidest bixe derket holê û her ku çû li ser civakê bû çînek serdest û veguherî dewletê. Bi vî rengî aborî derket derveyî civakê. Ev rewş pêngav bi pêngav pêş ket, lê bi taybetî piştî salên 1500’an yanî di 500 an jî 300 salên dawî de ev pir zêde pêş ket û êdî aborî bi her awayî ji civakê hate girtin.

‘Keda dayîkê nayê pîvandin’

Welatiyek li ser zeviya xwe dikare genim, tutun an jî tiştekî din biçîne, hilberînê pêk bîne, lê ew bixwe nikare heqdestiya wê, an jî nirxê keda xwe diyar bike. Ew kedê dide, lê heqdestiya wê derdorek din, an jî dewlet û çînek din diyar dike. Lê ked bi pereyan nayê kirîn û firotin. Tişta ku civakê xirab dike ev e. Keda herî mezin keda dayikê ya mezinkirina zarokekê ye. Ma mirov dikare buhayê vê kedê diyar bike? Dayîk heta 18 saliyê hemû pêdiviyên zarokên xwe pêşwazî dike. Di rewşek wiha de em nikarin bêjin, “Dayîkê îsal ev qas ked daye, heqdestiya wê ev qas e”, yanî keda wê nayê pîvan. Heman tişt ji bo karkerekî/ê jî dikare bê gotin. Lewre kirîn û firotina keda mirovan, li ser civakê bûye sedema hilweşînên mezin ên exlaqî. Kesekê heta êvarê di nava zeviyê de kar dike, lê tenê rojê 2 caran mafê xwarinê digire. Lê li hemberî vê yekê bazirganek bi lîstikan û xapandinan gelekî qezenç dike. Lewre divê her tiştek ku ji bo jiyanê pêwîstin ji bo mirovan bêne bidestxistin. Pirsgirêka esasî ev e.

Yanî ev nêzî 5 hezar salan e keda mirovan ji nava civakê hatiye derxistin. Di nava vê demê de jî gelek beşên civakê hatin pêpeskirin. Di rêza yekemîn de jî jin tên. Îro di nava malbatê de jî jin xwedî biryarê nîn e. Her karekî malbatê jin dike, lê wê çiqas mesref bê kirin ji aliyê zilam ve tê diyarkirin. Yên ku xwedî ax û mal nîn in, çotkarên biçûk, bazirganên biçûk, ên xwedî pîşe (hosta) jî, ji sîstema aboriyê hatine derxistin û xwedî biryar nîn in. Sîstemek wisa hatiye afirandin ku, civak hemû aboriyê wekî ku ji aliyê hêzek derve ve tê birêvebirin, tê zanîn û tê dayîn dizane, wekî tiştekî xwezayî fêm dike.  Lewre kedxwarî û mêtingeriya tê kirin nayê dîtin.  

* Yanî kedxwariya aborî hate beşa herî biçûk a civakê belav bûye. Bi gotineke din tişta aydî civakê ji civakê hatiye stendin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje ku ev di heman demê de dûrxistina ji civakîbûyînê ye?

Belê raste. Civak li ser esasê piştevanî û alîkariyê hatiye avakirin û bûye hêz. Di civakîbûnê de rekabet tunebû, mirovan ji bo ku bibin civak, bi her awayî alîkariya hevûdin dikirin. Lê niha di nava mirovan de rekabetê pêş dixin û bi vî rengî civakîbûnê perçe dikin. Her malbatek, her xebatkarek li dijî yên din xistine nava rekabetê. Gotina wekî, “nan di devê şêr de ye” di vê çarçoveyê de hatiye gotin. Yanî nan li cihekê ye û ji bo bidestxistinê hemû kes di nava rekabetê de ne.  Minak dewlet çandiniyê dixe destê xwe û mirovan dike karker, an jî mecbûr dike ku biçin welatên din bibin karker. Bi vî rengî civak tê perçekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê çend sal beriya niha baran nebariya, lewre gelek welatiyan nekarî çandiniyê bikin. Lê dewletê alîkariyek neda welatiyên ku nekarîne çandiniyê bikin, lewre hemû neçar man ku koçî bajarên wekî Şamê bikin. Neçar man ku keda xwe bifiroşin. Ev jî bixwe re  belavbûna malbatan, kabîleyan, gundan û civakê tîne.

* Baş e, li hemberî van pirsgirêkan, vegera ser cewhera aboriyê dê çawa pêk were?

Ya rastî her tişt di zîhniyetê de pêk tê. Şeklê ramana mirovan jiyana wan jî diyar dike. Ger ku tu nexwazî kesek ji te dewlementir bibe, tu dikarî li hemberî vê têbikoşî. Niha di civaka me de zîhniyetek hatiye rûniştandin heye. 3 lingên esasî yên zîhniyeta civaka me hene. Yek demokrasî, yek ekolojî û yek jî zayendîperestiya civakî ye. Ev hersê qalib di nava hemû jiyana me de bibandor in. Ev nîşanî mirovan didin ka dê çawa bi zewicin an jî jihev veqetin, çawa bijîn û bimire, çawa pere qezenç bike û serf bike, çawa bê birêvebirin û çawa birêve bibe. Niha ev hersê qalib di tevahiya dîroka şaristaniyê de hebûn, lê zêdetirîn di dema kapîtalîzmê de di hişê me de bicîh bû.

Di demokrasiyê de tê gotin ku mirov nikarin û civak nikarin xwe birêve bibin. Ji bo her keriyekê şivanek, ji bo civakê qralek, rêveberek lazim e, her civakek nikare biryara xwe bide, zeîfe, lewre pêdivî bi hêzek din a ku birêve bibe heye. Ji ber vê yekê em wekî tiştekî xwezayî dibînin ku hêzek din me birêve bibe.

Di qalibê zîhniyeta ekolojiyê de jî ew bawerî heye ku di gerdûnê de her tiştekî cihê xwe û hîyerarşî heye. Yanî qebûlkirina serweriya kesên dewlemend a li ser feqîran û serweriya mirovan a li ser xwezayê wekî heman tiştî tê fêmkirin. Lê mirov dinyayê, gerdûnê hemuyê bi hevre bibîne, wekî perçeyek bibîne, qebûl bike ku her tiştekî mafê jiyanê heye, ev bi ekolojiyê ve girêdayî ye. Ekolojî tenê hezkirina xwezayê nîn e. Lê ji me re tê gotin ku her daristanekê şêrek, her gundekê axayek, her civakekê dewlemendek, pêşengek heye, ev fêrî me hatiye kirin.

Qalibê sêyemîn ê zîhniyetê jî zayendîperestiya civakî ye. Di vir de jî bi civakê dane fêrkirin ku zilam di her warî de ji jinê serwertir e, jin di nava civakê de xwedî kêmasiyan e, pirsgirêkên wan hene, sedema van pirsgirêkan jî biyolojîk û fizîkî ye, lewre divê jin wekî zayenda duyemîn bê qebûlkirin.

‘Divê têkoşîn di zîhniyetê de destpê bike’

Ger ku em li hemberî van hersê qalibên zihniyetê di zihniyeta xwe de têbikoşin, wê di warê aboriyê ku yek ji hêmanên herî bingehîn ên jiyanê ye de jî ramanên me biguherin.  Pêdiviya mirovan bi 3 tiştên bingehîn ên wekî “xwedîkirin, parastin û civakîbûnê” heye. Dema em vana bicîh tînin ger ku em li gorî qalibên demokrasiya ku hînî me hatiye kirin tevbigerin, bê guman emê civakîbûna xwe jî li gorî wê ava bikin. Lê ger ku em bixwazin di warê aboriyê de jî vegerin ser cewhera xwe, divê destpêkê em qebûl bikin ku her civakek xwedî wê qabiliyetê ye ku dikare xwe birêve bibe, aboriya xwe çêbike, rêveberiya xwe ava bike.

Ger ku em serdestiya mirovan a li dijî mirovan, serdestiya mirovan li ser xwezayê qebûl nekin, bêguman em ê aboriya xwe jî li gorî wê ava bikin. Lewre beriya her tiştî pêwîste em li dijî qalibên civakî yên di hişê me de hatine avakirin têbikoşin. Eger em van qalibên zîhniyetê hilweşînin, wê demê emê karibin civakîbûna xwe jî ava bikin.  Ji ber vê yekê divê di serî de pêwîste di warê ramanê de bindestî neyê qebûlkirin, karkerîbûn, firotina kedê, koçberkirina li ser xaka xwe neyê qebûlkirin. Divê jiyaneke azad a li ser axa xwe bê pejirandin. Ji bo vê divê em pêşiyê sîstema xwe ya civakîbûnê li gorî vê yekê çêbikin. Yanî divê civak birêveberiya ji aliyê derdorên din ve qebûl neke, civakîbûna xwe bi xwe esas bigire û aboriya xwe jî li gorî xweza, xweseriya xwe, erdnîgarî û derfetên xwe çêbike. Redkirina tiştên ku bi me dane fêrkirin, bi zanistek civakî ya nû re em dikarin guherînê pêk bînin. Ger ku ev çêbibe, wê vegera cewherî ya aborî jî pêk were.

* Niha li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek şoreşê tê jiyandin û hewl tê dayîn ku di çarçoveya paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de sîstema xweseriya demokratîk bê avakirin.  Gelo Rojavayê Kurdistanê di warê aboriyê de jî ji bo sîstema ku we çarçoveya wê diyar kir dikare bibe mînak, şansê serkeftina wê çiye?

Ez di wê baweriyê de me ku şertên li Rojavayê Kurdistanê tenê ji bo kurdan na, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dikare bibe mînak. Ji ber ku pêvajoya ku di 2 salên dawî de li Rojava pêk hatiye heta niha hemû Rojhilata Navîn û cîhan matmayî hiştiye û di wê baweriyê de ku dê hîn jî matmayî bihêle. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê xwedî pêşveçûnek dîrokî ya ji perçeyên din ên Kurdistanê cudatir e. Gel di demeke ku tu kes li bendê nebû de, xwe bi xwe parast û pêşengiya vê yekê kir. Li erdnîgariyek weke ya Rojhilata Navîn ku civakek pir girtî heye, jinan çek hilgirtin û civak parast. Yanî di gelek mijaran de nûbûnek aniye, lewre ez bawer dikim ku dê di warê aborî de jî nûbûnekê çêbike.

‘Avakirina di warê aborî de wê qedera Rojava diyar bike’

Rojavayê Kurdistanê xwedî qabîliyetekê ye ku dikare xwe birêve bibe û derfetên wê jî hene. Niha li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin. Hemû civak di nava kaosê de derbas dibin. 2 taybetiyên van pêvajoyên kaosê ku nîşan didin wê kî biser bikeve, hene. Tevgerên ku ramana xwe çêkiriye û birêxistinkirina ku dê vê ramanê di jiyanê de pêk bîne, ava kiriye dikarin biser bikevin.  Li Rojavayê Kurdistanê heta niha di vî warî de siyasetek serkeftî hatiye meşandin. Lê bêguman avakirina civakekê jî hêsan nîn e. Divê li ser mijarê gelek nîqaş bêne meşandin. Avakirina di warê aborî de wê qedera Rojava diyar bike. Wekî me got ji bo ku mirov hebûna xwe bidomînin 3 tiştên bingehîn pêwîst in. Ev jî xwedîkirin, parastin û domandina civakîbûnê ne. Ji ber vê yekê aborî yek ji şertên bingehîn ên civakîbûnê ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî heta ku di çarçoveya xweseriya demokratîk û siyaseta demokratîk nêzîkahiyek hebe, wê pirsgirêkên aborî jî wê roj bi roj bêne nîqaşkirin û di pêkanînên pratîk sîstemek bê avakirin.

Komun û mînaka Rusyayê

Xweseriya demokratîk tenê hatina ba hev a kurd û ereban, kurd û netew an jî hêzên din ên siyasî nîn e. Siyaseta demokratîk ew e ku gel rojane biryar bide ka pêdiviya wan bi çi heye. Di pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de roleke gelekî mezin a meclîsên gel, komunan û konseyên gel heye. Ji jêr heta jor bi awayekî komunal birêxistinkirina vana girîng e. Ez yek ji lingên herî girîng ên avakirina vê sîstemê wekî komunan dibînim. Lê peyva “komun” di hişê me de wateyek girtiye. Dema komun tê gotin kolhoz an jî komunên Rusyayê tên bîra me. Wan jî di nava civakê de xwînsariyek derxistiye holê.  Hinekê jî ji ber pratîka Rusyayê ev yek çêdibe. Ji ber ku li Rusyayê komun ji jor bi destê dewletê hatine birêvebirin.

* Lê di kurdiyê de “komun” tê wateya kombûnê û di nava kurdan ev yek hîn jî pir zêde heye. Belkî ev ji civaka xwezayî jî maye, bi taybetî li herêmên bejayî piştevanî û alîkariya hevudin serwer e. Di avakirina komunan û sîstema xweseriyê de bandora vê yekê wê hebe yan na?

Bêguman civaka kurd di nava kevneşopiyên xwe de vana dihewîne. Xwedî gelek taybetmendiyan e. Rojavayê Kurdistanê jî di nava salên borî de mînakên vê yekê nîşan dan. Bi navê xebata dildarî bi awayekî hevpar zevî hatin çandin, berhemên wan hatin rakirin û parvekirin. Yanî cihekî ku çanda xebat û jiyana hevpar lê serwer e, dîsa çandinî zêde heye, ji ber vê yekê şopên jiyana komunal a girêdayî çandiniyê hîna jî bi awayekî xurt tên dîtin. Vaye di vê çarçoveyê de komun gelekî girîng in. Komun li gorî pêdiviyan têne avakirin. Komunên ku tenê ji bo pêdivî û demekê têne avakirin jî hene. Mînak gundek dikare ji bo kolana bîra avê yan jî çuhoka avê komunekê ava bike. Ji bo berhemên sewalan dikarin kooperatîfan, komunan ava bikin. Yanî divê ji bo her pêdiviyek jiyanê komunek bê avakirin. Komun çanda parvekirin û piştevaniya ku di nava civaka me de heye, bi awayekî rêxistinî pêşve dibe, bingeha sîstemê çêdikin.

Ji bilî vê meclîsên gel girîng in. Ev meclîs cihên nîqaş û parvekirina aboriyê ne. Rojavayê Kurdistanê xwedî dewlemendiyek ku dikare aboriya xwe ava bike ye. Ji van a sereke jî axa wê ya ku ji bo çandiniyê gelekî guncav e. Her wiha petrol û zeytin heye. Yanî xwedî hêzeke ku dikare aboriya ava bike.

* Lê dê çawa bide şixulandin? Mirov dikare behsa aboriyek mezin bike. Ji bilî Rojavayê Kurdistanê pêdiviyên Suriyê jî ji vir têne pêşwazîkirin. Mînak pêdiviya genim hemû ji Kurdistanê tê pêşwazîkirin, beşek mezin a zeytînin ji Efrînê tê û hwd. aboriyek evqas mezin heye. Meclîs an jî komun wê çawa vê aboriyê birêve bibin, dê çawa pêşve bibin?

Ji bo vê yekê pêwiste gel biryarê bide ka dê çawa bijî, divê qanûnên vê yekê hebin. Dema em bi gelên din re, dewlet an jî hêzên din ên siyasî re têkiliyê datînin, divê em zanibin ka gelê me çi dixwaze. Metingehiya li Kurdistanê tenê dagirkirina axê nîn e, her cure dewlemendiya Kurdistanê hatiye dagirkirin. Wê çaxê divê li Rojavayê Kurdistanê li dijî hemû dagirkeriyan têkoşîn hebe. Lê divê li dijî metingerî û dagirkeriya aborî jî têkoşîn hebe.

* Ev dê çawa be, ji bo derve wê girtî be?

Bi gelên din re di nava têkiliyan de, bêyî ku pêdiviyên gelên din bêne redkirin, pêwîste parvekirina hevpar hebe. Mesela petrol hemû ji Kurdistanê derdikeve, lê heta niha ji Rojava tenê yek kesek jî di warê parvekirina petrolê de xwedî mafê gotinê nîn e. Lê beşek ji vê petrolê bi rêveberiya navendî ya dewletê re dikare bi gelên din re bê parvekirin. Lê ew jî piştî lihevhatinek civakî dikare pêk were. Yanî piştî lihevhatina civakî ev dikare bi herêmên xweser re bê parvekirin. Beşa din jî divê ji bo pêdiviyên Rojavayê Kurdistanê bê bikaranîn. Ev gelekî girîng e, ji ber ku heta niha rejîma Suriyê di warê xizmeta civakî de gelekî lawaz maye. Lewre sîstema ku dê bê avakirin wê li gorî gel be. Divê gel ji bo pêdiviyên jiyanî yên wekî tenduristî, aborî û hwd. xwedî înîsiyatîf be. Ji bo vê jî pêwîste di destê meclîsan de çavkanî hebe û beşek petrolê ji bo vê yekê be.

Bê guman wê bazirganiya ji bo derve jî hebe. Lê ev yek bi rengê ku pêdiviyên gel, pereyê gel bê dizîn nabe.

* Ev dê rêxistinbûnek çawa pêk were. Wê bi kooperatîfan an jî bi saziyên wekî Saziya Pêşxistina Aboriya Rojavayê Kurdistanê ku niha hatiye avakirin çêbibe?

Mesela beşek mezin a petrolê li Rimêlanê tê derxistin. Lê rêveberiya Şamê derbarê wê de biryarê dide.  Lê divê derbarê aboriyeke cihekê de gelê wir biryarê bide. Ji bo vê jî divê meclîsên gel derbarê jiyana aborî de xwedî biryar bin. Dibe ku pereyê gel zêde nebe, lê ya girîng ewe ku ew pere di xizmeta gel debe, bi awayekî wekhev bê parvekirin. Nexwe di civakê de tu kesek birçî namîne. 4 perçeyên Kurdistanê jî wiha ne. Divê bajarek zanibe ku butçeya ji bo wan tê dayîn çiqas e û derbarê wê de xwedî biryar be. Heta niha mînak li Qamişlo wê rêya kîjan taxê bê çêkirin, gel na, rejîma Baas biryar dida. Li hemberî vê yekê, divê sîstem ji jêr ber bi jor ve bê birêxistinkirin.  Kî wê vana pêk bîne. Komun, kooperatîf, meclîsên gel û konseyên bajaran dê pêk bînin. Butçeya bajar çiqas û dê çawa bê bikaranîn ewê diyar bikin. Ji bo vê jî ji gundan heta bajaran birêxistinek gelekî berfireh pêwîst e.

* Baş e tenê tevlîbûn têrî dike yan na. Em bêjin ji gundan heta bajaran hemû komun û meclîs hatin avakirin, biryar hatin girtin. Dema em polîtîkayên rejimê yên li Rojava jî li ber çavan bigirin ev biryar dê çawa bêne bicîhanîn. Gel xwedî tecrûbe nîn e, lê gelek karên wekî petrolê pisporiyê dixwazin, ev dê çawa be. Petrol li Rimêlan tê derxistin, lê rafînerî li bajarên Suriyê ne?

Gelê me bi salan dagirkeriyek mezin jiyan kir. Lewre pisporên xwe ne afirindine, sîstema xwe çênekiriye. Pisporên heyîn jî, di çarçoveya sîstema serdest û bindestan de, di çerxa rejîmê de ne. Belkî niha di serê hemû kesî de fikra “em aboriyê pêş bixin” heye. Lê ev dê çawa çêbibe gelekî girîng e. Beriya her tiştî, divê em li gorî rastiya civaka xwe modelekê nîqaş bikin. Gelek detayên wê hene, lê wekî Rêbertiya me gotiye, “yên ku li şopa kesên din diçin, wê bigihîjin heman cihî”. Lewre Rojavayê Kurdistanê ne mecbûre li ser şopa dewlet an jî derdorên din biçe. Divê sîstema xwe ya xweser ava bikin. Ji bo vê jî pêwîste sîstemek aborî ku têrî xwe dike esas bê girtin. Bêguman ekonomîstên wê yên ku dê vê pêk bînin nîn in, lê jixwe fikra ku aboriyê wekî pisporiyê dibîne û wekî karê mirovên derveyî civakê dibîne, piştî demekê rê li ber xeletiyê vedike. Ev jî wê piştî demekê aboriyê bixe destê hinek mirovan û derdoran. Ji bo aboriya gundekî yan jî civakekê 2-3 kesên ku aborî xwendine, kesên ku hinek pereyê wan heye biryarê nadin. Divê wisa nebe. Dayikek 60 salî ya li bajarê Qamişlo di xaniyek ji odeyekê pêk  tê de jiyan dike jî pêwîste derbarê aboriyê de xwedî mafê gotinê be. Ji ber ku polîtîkayên aborî dê herî zêde bandorê li ser wê bike. Lewre divê aborî tenê nebe karê pisporan, divê hemû beşên civakê xwedî mafê gotinê û biryarê bin.

Di vê mijarê de pêwiste ji xeletiyên Başûrê Kurdistanê ders bêne derxistin. Mînak petrola Kerkukê varîla wê bi 50 Dolarî difiroşin Tirkiyê. Ji ber ku li başûr rafînerî tuneye. Lê li cîhanê varîla petrolê bi 100 Dolarî tê firotin. Petrola ku bi 50 Dolarî difiroşin Tirkiyeyê, piştre wekî petrola herî bi buha ya cîhanê tê firotin.  Başûr jî para herî kêm digire. Ji vê parê jî para herî mezin rêveber û yên li jor digirin, kesên di asta jêr de jî ya herî kêm an jî tenê karekî rojane digirin. Ji ber vê yekê divê biryara firotina petrolê gel bixwe bide.

Aborî karê hemû kesî ye

Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku kesên me bixwe hilbijartine, piştre me birêve dibin. Wekî ku di dîrokê de tê dîtin, mirovan pût çêkirine û piştre baweriya xwe pê aniye. Di civakê de jî kesek di hilbijartinê de wekî parlamenter an jî nûner tê hilbijartin, lê piştre ew kes tê û gel birêve dibe. Wê çaxê divê li Rojavayê Kurdistanê ev bê şikandin. Aborî karê hemû kesî ye. Karê dayikek li ser tenûrê, ajokarê texsiyekê, karê hemû beşên civakê ye. Ji ber vê sedemê divê li Rojava aborî nebe karê beşek elît (bijarte), di destê beşekê de nemîne. Her wiha divê hêdî hêdî polîtîkaya aborî û sîstema xwe çêbike. Her wiha divê plan bi gel re bêne amadekirin.

* Niha ev sîstem bê avakirin wê çawa xwe li ser piyan bigire. Derdora wê ji aliyê sîstema kapîtalîst û hêzên herêmê ve girtî ye, şansê wê yê mayîna li ser piyan çiqas e?

Ev bi temamî girêdayî asta rêxistinkirina wê ye. Tenê di warê aborî de na, di her warê jiyanê de, ji siyasetê, parastin, dîplomasî û heta têkiliyan girêdayî asta birêxistinkirinê ye. Bêguman li cihekê hêzek bi tena serê xwe bi hêsanî xwe li ser piyan nagire. Lê li cîhanê mînakên vê hene. Mesela li Kubayê li gel hemû dorpêçkirinê jî sîstemek xwe ya aboriyê heye. Hewl didin ku li Kubayê tevlîheviyan derxînin, lê wê sîstema xwe çêkiriye. Mesela li wir mirov ji bo xizmeta tenduristî û perwerdeyê quruşek pere jî nadin. Her welatiyek xwedî maf e ku dewlet malekê bide. Kesek kar neke jî dewlet mecbûre ji bo jiyankirinê pere bide.  Li Rojavayê Kurdistanê şansê bikaranîna vê hîn zêdetir e...

* Bandora taybetmendiyên civakî zêde heye....

Belê rast e. Bandora taybetmendiyên civakî gelekî zêde ye. Lewre şansê belavbûna vê sîstemê heye. Her wiha, her çiqasî Rojavayê Kurdistanê hatibe dorpêçkirin jî, li dora wê perçeyên din ên Kurdistanê jî hene û li wan deran jî lêgerîn hene. Mesela li Bakûrê Kurdistanê lêgerînek heye. Li Başûr zêde derneketibe holê jî lêgerînek heye. Ji bilî vê li Rojhilata Navîn milet êdî dixwaze li dijî dîktatoran serî hilde, lêgerînên wan hene. Di vê çarçoveyê de Rojavayê Kurdistanê dikare ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak.

Ya rastî pêwîste mirovên ku li cîhanê lêgerîna wan heye, platformên hevpar ava bikin. Li Rojhilata Navîn hêzên siyaseta demokratîk dimeşînin divê tifaqa hevpar çêbikin. Rojava dibe ku bibe pêngava yekemîn û şansê wê zêde ye. Ji ber ku têkiliyên wê yên bi gelên din re zêde ye û di nava hev de ne.