Divê pêvajo di bin çavdêriya NY de bi beşdariya jinan bê meşandin
Divê pêvajo di bin çavdêriya NY de bi beşdariya jinan bê meşandin
Divê pêvajo di bin çavdêriya NY de bi beşdariya jinan bê meşandin
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabveh da xuyakirin ku ji bo pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin baş bimeşe û bigihêje serketinê, divê jin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin û muzakere di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên meşandin.
Kakabaveh, der barê serdana Erdogan a li Swêdê, "Pakêta Demokrasiyê", pêvajoya aştiyê û pêşketinên dawî yên li Rojava de bersiv da pirsên me û ji ber ku Serokwezîrê Swêdê Fredrîk Reînfeldt û Wezîrê Karên Derve Carl Bîldt di dema serdana Erdogan de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê neanîne rojevê du di ser re jî pesna Erdogan dane, ji hikûmeta Swêdê ne razî ye.
Kakabavey diyar kir ku hikûmeta Swêdê di şûna parastina demkorasî û mafên mirovan de polîtîkaye li ser bingeha berjewendiyê Swêdê şopandiye, hin reformên li Tirkiyê nepixandiye, êrîşên li hemberî azadiya ramanê yên li Tirkiyê û girtina zêdeyî 10 hezar siyasetmedar û rewşenbîran, ji nedîtî ve hatiye.
JI BO SWÊDÊ NE MAFÊN MIROVAN, BERJEWENDIYÊN YEKDESTAN GIRÎNG E
Kakabavey got, "Eger mirov bînin pêş çavên xwe ku Erdogan bi 200 karsaz û çar wezîran re hatiye Swêdê, hingî diyar dibe ku ya girîng hatiye dîtin ne demokrasî û mafên mirovan, peymanên berjewendiyên aborî ye. Swêd li ser bingeh bejewendiyên xwe, li ser bingeha berjewendiyên yekdestan bi vî rengî tevdigere." Kakabavey da xuyakirin ku pakêta Erdogan aşkera kir, bersivê nade daxwazên Kurdan û hindikahiyan.
Kakabaveh ragihand ku ew ji dil û can dixwaze pêvajo bi ser bikeve û destnîşan kir ku divê hevdîtin di şert û mercên wekhev ên aliyan bi awayekî zelal pêk werin, lê belê di pratîkê de rewş ne wiha ye. Kakabaveh ragihand ku Ocalan dîlgirtî ye, nikare bi rêxistina xwe re têkiliyê deyne û got, "Hevdîtin di navbera du mêran de, di navbera Ocalan û Erdogan de dewam dike. Di vê pêvajoyê de jin cih nagirin. Di du biryarên cuda yên ji aliyê Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye qebûlkirin de weke şert tê destnîşankirin ku divê di hevdîtinên aştiyê de jin jî amade bin. Min ev nêrîna xwe, di nîqaşên li Parlamenta Swêdê de jî anî ziman."
DIVÊ ASTENGIYA LI PÊŞIYA SIYASETA GERÎLA BÊ RAKIRIN
Kakabavey anî ziman ku pêvajo ji ber gavneavêtina AKP'ê xetimiye û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê xetimandinê divê aliyekî sêyemîn, Neteweyên Yekbûyî di hevdîtinan de cih bigire, 10 hezar girtiyên li girtîgehan bên berdan û astengiyên li pêşiya beşdariya gerîla li jiyana siyasî û civakî bên rakirin.
Kakabaveh ragihand ku heta ev pêk neyên û astengiyên li pêşiya têkilîdanîna Ocalan bi rêxistina xwe re neyên astengkirin, dê ev rewşa xetimandî dewam dike û got, "Bi bermayînên di pakêta hikûmetê de, pêvajo bi rê ve naçe. 10 hezar siyasetmedar, rojnamevan û parêzer bi sedemên bê bingeh li girtîgehan tên ragirtin, ev yek gefek li dijî demokrasiyê ye. Ew ne terorîst in. Ev mirov dê welatê xwe û demokrasiyê bi pêş ve bibin. Eger dewleta Tirk bi rastî jî ji dil e, divê destûra bingehîn biguherîne û girtiyan serbest berde."
AKP BI DESTEKDAYÎNA EL NÛSRA RE GORA XWE DIKOLE
Kakabaveh der heqê destekdayîna hikûmeta AKP'ê ji bo çeteyên El Nûsra û lêkirina dîwaran di nava Kurdistanê de ev tişt got:
"Li Rojava serweriya PYD'ê heye. PYD di warê îdeolojîk de parçeyek ji PKK'ê ye. PKK jî Kurd e. AKP li aliyekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê hevdîtinan dike, lê li aliyê din bi rêya komê terorîst êrîşî Kurdên li Rojava û PYD'ê dike. PYD berjewendiyên gelê Kurd diparêze. Ev nakokiyeke. Eger Tirkiye hînê piştgiriyê dide van koman, hingî gora xwe dikole. Piraniya gelên Tirkiyê şer naxwazin. Mirov ji şer betilîn. Çeteyên ku AKP'ê îro ew bi çek kir, dê sibê êrîşî Tirkiyê bikin. DYE Talîban û El Qaîde li hemberî Sovyetan bi rêxistin kir û çek dayê. Lê belê piştre li DYE xistin. Divê Tirkiye dersê ji vê derxîne. Tirkiye gelek penaberên ji Sûriyê qebûl kir. Ez li kampan geriyam. Alîkariya li kampan dike erênî ye, lê niha rabûye ji bo Kurdan parçe bike, têkiliya wan ji hev bibire, dîarên apartheîd lê dike. Ev polîtîkaya Erdogan dimeşîne, ji gel piştgiriyê nabîne."
BARZANÎ DI ŞÛNA LI XWIŞK Û BIRAYÊN XWE BIFIKIRE, LI BERJEWENDIYÊN XWE DIFIKIRE
Kakabaveh da xuyakirin girtina sînor û ambargoya li hemberî Rojava ya ji aliyê Barzanî ve tê meşandin, bi ti awayî nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê oportunîst in, ne li berjewendiyên gelê Kurd li berjewendiyên xwe difikire.
Kakabaveh got, "Nebaşiya wan li Rojava kirin, rejîmên Îran, Sûriye û Tirkiyê nekirin. Dema wan şer dikirin û diviyabû bireviyan, rejîma Îranê çûyîna Barzanî ya Îranê asteng nekir. Barzanî û Rêveberiya Iraqa Başûr parçeyek ji aboriya bazirganiya serbest a Iraq û Tirkiyê ne. Di şûna ku li xwişk û birayên xwe yên li parçeyên din bifikire ji bo hatineyên petrolê û berjewendiyên xwe bi desthilatdariya AKP'ê re hevkariyê dike."