"Divê Ocalan bi awayekî azad danûstandina bike"

"Divê Ocalan bi awayekî azad danûstandina bike"

Delegeyên Ermenî, Suryanî û Ereb, di "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de destnîşan kirin, ku gelê Kurd hêza pêşeng a demokrasiya li herêmê ye û ewê bi wan re tevbigerin. Delegeyan destnîşan kirin ku Ocalan bi vê pêngava xwe re jiyana bi hezaran rizgar kiriye, lewma divê danûstandinan bi awayekî azad bimeşîne.

"Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê" bi panelên cuda û pêşandanên cuda berdewam dike. Di panela "Lêgerînên çareseriya pirsgirêkên civakî yên Bakurê Kurdistanê" ku Pêşkêşiya wê Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora û Seher Akçinar dike de Wezîrê Ewlehiya Civakî û Kar ê berê Ziya Halîs, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava pêvajoyek gelek bi rîsk de gava çareseriyê avêtiye. Halîs, anî ziman ku şopandin û xwedîderketina pêvajoyê erkekî dîrokî ye. Halis, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel rîskan ev pêvajo da destpêkirin û wiha got: "Ez dixwazin spasiyên xwe ji birêz Ocalan re bînim ziman. Pêngavek pir wêrek daye destpêkirin. Her çend fikara ku hikûmetê û Serokwezir ji taahhut û sozê dane Ocalan vegere hebe jî dîsa dest bi vê pêvajoyê kiriye. Ev pêvajo ji bo gelê kurd pir girîng e. Ev ji bo gelê kurd pêvajoyek pir watedar û firsendek mezin e. Divê ji bo avakirina makeqanûna nû û parastina mafên xweyên demokratîk têkevin nava hewldanan. Divê her tim daxwaz û pirsgirekan bi riya siyasî têxe rojevê. Şopandin û xwedîderketina vê pêvajoyê rol û erkek dîrokî û pir girîng e." 

"CIWAN PÊŞENGÊN CIVAKÊ NE"

Di Konferansê de Evîn Bariş jî diyar kir ku pirsgirêka kurdan a azadiyê her ku diçe kûr dibe û wiha got: "Pirsgireka kurd di pêvajoya çareseriyê de ye. Di civaka kurd de hêza herî berxwedêr û pêşeng ciwan in. Ciwan pêşengê civakê ne. ê îro pergal bi destê xwe ciwanan pûç dike û felç dike. Di vê pêvajoyê de êdî lezgîniya li şûna netew dewletbûnê neteweya demokratîk xwe fers dike. Divê em bi hişmendiya netewbûna demokratîk tev bigerin û li çareseriyê bigerin."

Bariş, da zanîn ku di vê pêvajoyê de binehê maddî yê jêr ne xurt e û wiha axivî: "Divê em li ser bingehê saxlem rizgariya demokratîk pêş bixin û jiyanek azad ava bikin." w

"EZ JI PÊŞEROJA ZAROKÊN XWE BÊ HÊVÎ ME"

Li ser navê Platforma Vegera Cewherî Sezer Kurt jî anî ziman ku ew dayika 5 zarokan e û ji pêşeroja zarokên xwe bêhêvî e. Kurt, anî ziman ku heta ji destê wê tê kurdî ferî zarokên xwe dike. Lê ez têr nakim. Ez naxwazim zarokên min li gorî daxwaza pergalê pêş bikevin. Dema ku min zarokê xwe çêkir û mezin kirin, xeyalên min ên cuda hebûn. Li aliyê din divê teqez winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Gelek malbat ji ber vê konferansê bi hêvî ne. Lê malbatên zarokên wan winda dilê wan bi birîn in. Divê em zêde li ser vê mijarê rawestin. 

Li ser navê DDKD'ê Zozan Ozgokçe jî anî ziman ku lazim e kurd di aliyê netewbûnê de bibin yek û xwest yekîtiya gelê kurd ne wekî ya ereb, fars û yên din be û wiha got: "Di vê pêvajoya muzakeryan de kurd 4 perçe ne. Divê hemû civakên kurd êdî ji hev hez bikin. Divê civak nifrîna xwe ya li hemberî hevjîn û jinê ku hevserê xwe berdane bi dawî bike. Divê Saziyên sivîl ên civakî der barê vê yekê de xebatê bimeşînin." 

"MERCÊN GIRTÎGEHÊ YÊN OCALAN BANDORÊ LI TEVAHIYA GELAN DIKE"

Di "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê de, di axaftinên li ser navê gelên Suryanî û Ereb de, piştgirî ji têkoşîna Kurd û peyamên têkoşîna hevpar hatin dayîn. Li ser navê Suryaniyan Yûhanna Aktaş bi zimanê xwe yê dayikê silav li beşdaran kir û da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin perspektîfa siyasî ya tevgera Kurd û got, "Li dijî ferasetên antî demokratîk, pirsgirêk encax bi vê perspektîfê dikarin çareser bibin. Pêvajoya demokratîk a ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, mafên bingehîn ên ramanê diafirîne." Aktaş diyar kir ku ji ber rewşa gelê Kurd a li herêmê, dikare ji demokrasiya li herêmê re pêşengiyê bike û destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin pêngava hatiye avêtin û got, "Di nava têkoşîna gelê Kurd de, ciwanên Asûrî Suryanî jî cih girtine. Herçend negihaştine encama dawî jî, gelê Asûrî Suryanî bi hebûna xwe hesiyaye.

"DIVÊ PIRSGIRÊKÊN SURYANIYAN JI NEDÎTÎ VE NEYÊN"

Aktaş da xuyakirin ku di rêveçûna Pêvajoyê de divê pirsgirêkên gelê Suryanî ji nedîtî ve neyê û got, "Li vê cografyayê, di destpêkê Kurd hatin bikaranîn û di encama paqijiya etnîkî de hemû nav wergerandin Kurdî. Dûre dor hat Kurdan. Di heman qirkirin û zilmê de derbas bûn. Û vê carê jî nav wergerandin Tirkî. Em xwedî bawerin ku yekitiya me bi Kurdan re heye. Ji ber vê yekê me biryar da bi hev re têbikoşin. Em dixwazin hûn me weke gelê bira qebûl bikin. Rêya têkbirina nebaşiyê, başî ye. Emê her ji we hez bikin. Bila rêberê mazlûman Birêz Abdullah Ocalan her bijî."

'TIŞTA ANÎN SERÊ ERMENIYAN, BI KURDAN DEWAM DIKIN"

Ji Weqfa Ermeniyan Gaffûr Oganyan bi zimanê Ermenî beşdar silav kir û destnîşan kir, ku ev konferans wê di warê jinûve avakirina civakeke demokratîk de cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigire. Oganyan got, "Divê em civakeke hemdem ava bikin. Ermenî ji sala 1908 ji îlana Merûtiyetê heta niha, vê yekê dipejirînin. Divê em li ser bingeha hurmeta civakan ji hev re, ava bikin. Lazime herkes ji aliyê xwe ve tevlî pêvajoya aştiyê bibin. Destê dewletê ketiye xwîna mazlûman. Ev siyaseta qirêj a di sala 1915'an de destpê kir, bi Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê dewam kir. Qirkirina dewletê ya ji dîroka Komarê û vir ve li cografya Kurdan daye kirin, heta roja îro bi Roboskî dewam kiriye. Heta em bi van re rû bi rû nemînin, aştî wê bêbingeh be."

Ji gelê Mihellemî Mehmet Alî Aslan jî xwest gotina gelên Kurdistanê bê bikaranîn û got, "Ev konferans nîşan dide, ku em hemû ji vî şerê qirêj ne razî ne. Gel û baweriyên li ser vê axê, ji rizandina xwînê ne razî ne. Divê aştî mayinde bibe."

"OCALAN PÊNGAVEKE JIYANA 40 HEZARÎ RIZGAR KIR, AVÊT"

Aslan bal kişand ser liv û tevgera leşkerî û destnîşan kir ku ev li dijî giyana aştiyê ye û got, "Divê weke gava destpêkê, parlamenterên dîl hatine girtin, serbest werin berdan. Bi heman rengî dîlên KCK'yî û yên din jî werin berdan. Hînê gelek girtî hene ku ji sala 1980 û vir ve li girtîgehê tên ragirtin. Divê teqez ew bên berdan. Ya herî girîng divê Birêz Ocalan were berdan. Ocalan ev pênc meh in, herî hindik jiyaan bi sedan mirovan rizgar kiriye. Gava mirov li paşerojê dinêrin, 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Eger pêvajoya aştiyê têk biçe, wê dîsa ev yek biqewime. Ocalan bi destpêkirina vê pêvajoyê re jiyana 40 hezar mirovan rizgar kiriye. Birêz Ocalan bi vê pozîsyona xwe re bandorê li jiyana bi milyonan mirovan dike. Ne wicdanî û ehlaqiye ku yê danûstandinên aştiyê dike li girtîgehê bê ragirtin. Em weke Mihelmî ji sekna PKK'ê bi bawer in. Di nava gelê me de gumanek heye, dibêjin eger Kurd otonomiyê bistînin wê rewşa Suryaniyan, Ereban çibe? Statuya me wê çibe?"