‘Divê hevdîtinên bi Îmraliyê re bêne berfireh kirin’

‘Divê hevdîtinên bi Îmraliyê re bêne berfireh kirin’

Odeyên Borsayê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê derbarê pêvajoya çareseriyê û aboriya herêmê de civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de hate gotin ku, welat hêjan bi makezagona 12’ê Îlonê tê birêve birin û destnîşan kir ku, pêwîste hevdîtinên bi Îmraliyê re bêne berfireh kirin.

Bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê li ser rewşa aboriya herêmê û pêvajoya çareseriyê li Otela Lîluzê civîna çapemeniyê hate li darxistin. Endam û serokên meclisên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê û Borsaya Bazirganiyê jî piştgirî dan. Serokê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Celalettîn Bîrtane axivî û diyar ku, ev 2 roj in bi tevlîbûna 27 endamên odeyê xebatên xwe meşandine.

Bîrtane da zanîn ku, armanca vê xebatî ewe ku pirsgirêkên aboriya herêmê û merheleya pêvajoya çareseriyê nîqaş bikin. Piştre Serokê Lijneya Rêvebirîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê Ehmed Sayar diyar kir ku, ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir de di navbera herêman de ji aliyê aborî û pîşesaziyê parsengekî hevpar ava nebûye û wiha axivî: "Li herêmê ji bo berhemdarî zêde bibe divê navendên gumrik û gihaniyan pêş bikevin. Ji bo aboriya herêmê û bazirganiya navneteweyî pêş bikeve pêwiste deriyê Rojava vebe û seferên balafirên navbera Amed-Hewlêr destpê bike."

Sayar derheqê bazirganî û aboriya herêmê de li ser girîngiya çandiniya organîk de jî sekinî û diyar kir ku, divê çandiniya organîk pêş bikeve.

Sayar balkişand li ser derbe û makezagona 12’ê îlonê û wiha got: "Welat hêj jî bi makezagona 12’ê îlonê tê birêvebirin. Ev makezagon li ser demokratîkbûn û aboriya Tirkiyeyê bandorek neyînî çêkir. Bitaybetî li ser herêmê encamên giran derxist holê. Nêzîkê 30 sale ku li herêmê şerekî dijwar diqewime. Ev şer bû sedema gelek can û malan. Ji bbo aşitî û demokrasî pêşkeve divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin."

Sayar li ser rewşa çareseriya pêvajoyê ya dawî rawesetiya û diyar kir ku, ji bo careke din şer û mirin destpê neke divê gavên cidî bên avêtin. Sayar da zanîn ku, divê di serî de hevdîtinên bi Îmraliyê re berfirehtir bibe û divê hevdîtin bi nûnertiyên din re jî bên kirin. Sayar wiha got: "Di serî de ji bo zext û zordariyên li ser elewî, bawerî û olan bên rakirin, navginiyeke ji bo karibin xwe îfade bikin bên dayîn."