'Divê Ewropa di mijara rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de çalak be'
'Divê Ewropa di mijara rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de çalak be'
'Divê Ewropa di mijara rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de çalak be'
Di dema lidarketina mîtînga ji Ocalan re azadî ya li Strasbourgê de, li Parlamenta Ewropayê jî bi mijara "Pirsgirêka Kurd û Tirkiye" konferansek pêk hat. Di konferansê de ji saziyên Yekitiya Ewropayê hat xwestin di mijara Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de helwesteke çalak bileyzin.
Konferans bi vekirina Parlamenterê Partiya Çep a Elman û endamê Konseya Ewropayê Andrey Hunko destpê kir û bi beşdariya parlamentera Îrlandayê Kathrîn Reîlly, ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Parlamenterê BDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navnetewî Reimer Heider pêk hat.
Kathrîn Reîlly di konferansê de behsa ezmûnên pêvajoya aştiyê yên Îrlanda Bakur kir û bibîr xist ku gelek êş hatine kişandin û pêvajo ji qonaxên zehmet derbas bûye.
MÎNAKA ÎRLANDA BAKUR
Reîlly da xuyakirin ku nuqteya bingehîn a rêveçûna pêvajoya li Îrlandayê ew e ku li dora masê nûnerên hemû beşan amade bûn û destnîşan kir ku danûstandin jî encax bi hebûna hemû aliyan li dora maseyê çareser dibe.
Reîlly diyar kir ku ji ber Îngilîstanê di pêvajoya danûstandinên bi Îrlanda Bakur de helwesteke zelal û nêzîkatiyeke ciddî nîşan da pêvajo bi pêş ve ket û anî ziman ku pirsgirêkên Kurd û Îrlandiyan dişibin hev.
Reîlly di axaftina xwe de destnîşan kir ku Yekitiya Ewrûpa û Konseya Ewropa di çareseriya pirsgirêka Kurd de dikarin roleke hîn bêtir çalak bileyzin.
Parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç jî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mijara çareseriya siyasî de. Dînçer şert û mercên Ocalan tê de dijî jî raxist ber çavan û got, "Ocalan di sala 1999'an de bi komployeke navnetewî dîl hat girtin û ji wê demê û vir ve herçend carna hatibin guhertin jî lê belê bi giştî di bin mercên tecrîdê de dijî. Mafên bingehîn ên bi peymanên navnetewî re hatine ewlekirin jî, jê re nehatin naskirin. Bi taybetî mafê parastinê hat astengkirin.
Mîna gelek mijarê din, têkiliya wî ya bi malbat, parêzer û derve ve hat birrîn. Bi guhertinên dijî huqûqê re, gelek mafên wî hatin astengkirin. Îzolasyon ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û pê ve hat girankirin. Ji wê demê û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, herçend di dema dawî de malbata wî çend caran derfeta çûyînê dîtibe jî."
Dînç da xuyakirin ku ev polîtîkaya îzolasyonê yekser bi siyasetê ve bi taybetî jî bi pêvajoya Osloyê re têkildar e û got, "Di pêvajoya diyalogê ya di sala 2010'an de destpêkir, pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin. Bi vê yekê re li ser 3 protokolan lihevkirin çê bû û pêvajo gihaşt nuqteyekê. Lê belê TC gav neavêt û bi temamî berê xwe da polîtîkayên ewlekariyê û Birêz Ocalan xist nava tecrîdê."
Dînç diyar kir ku bi têkçûna pêvajoya Osloyê re, tecrîda li ser Ocalan hat girankirin, di bin navê operasyonên KCK'ê de qirkirina siyasî hat destpêkirin û bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin û pêvajoyeke dijwar destpê kir. Dînç gotin, "Li gorî atmosfera derket holê, diyarbû sala 2013'an wê di warê leşkerî de giran derbasbûya. Lê Ocalan dest lê werda û pêvajoya îro ya çareseriyê da destpêkirin. Tevî ku wî ev pêvajo daye destpêkirin, ev 6 meh in di bin tecrîdê de ye.
Pêwendiya wî bi derve ve, hînê di bin kontrola hukûmet û dewletê de ye. Hevdîtina wî ya bi parêzeran re, li dijî qanûn, destûra bingehîn û peymanên navnetewî, ji aliyê Serokwezîr û Wezîrê Edaletê ve tê astengkirin. Gelek dozên Birêz Ocalan li DMME û dadgehên din hene, lê ev du sal in em nikarin bi wî re der heqê van dozan de hevdîtinê bikin. Pêwîste Konseya Ewropayê, CPT (Komîteya pêşîgirtina li êşkencê) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dest li vê neheqî û bêhuqûqiyê bigirin.
KURKÇU: EGER LI AMEDÊ DEMOKRASÎ TINEBE, LI STENBOLÊ JÎ NABE
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu jî di axaftina xwe ya bi zimanê Îngilîzî de peyama Ocalan a roja Yekşemê şandibû ragihand. Kurkçu da xuyakirin ku Ocalan diyar kiriye ku pêvajo dewam dike û ew niha di qonaxa duyemîn de ne.
Kurkçu got, "Bi vekişîna PKK'ê re qonaxa yekemîn bi dawî bû. Divê Tirkiye reformên demokratîk pêk bîne û ji bo qonaxa sêyemîn jî destûra bingehîn çê bike.
Li vê derê pirsgirêkeke girîng heye: Divê di nava van guhertinan de azadiya ramanê, qanûna partiyan û hilbijartinan, tevlêbûna siyasê, beşdariya gel li navgînên biryardayînê, cih bigirin. Lê belê ya heta niha tê jiyîn, berovacî vê ye.
Eger li Amedê demokrasî tinebe, li Stenbolê jî nabe. Eger li Amedê otonomî tinebe, li Tirkiyê demokrasî nabe. Em li bendê ne dewleta Tirk gavan biavêje. Li gorî hukûmetê qonaxa duyemîn hînê destpê nekiriye, lê li gorî Ocalan destpê kiriye. Dirêjbûn û dewama vê pêvajoyê bi aktorên siyasî ve girêdayî ye.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê piştgirî da berxwedana Gezî û da xuyakirin ku berxwedana Gezî ne li dijî pêvajoyê, berovacî hîn bêtir demokrasiyê dixwaze.
JI HUKÛMETÊ TI GAV TINEYE
Emê niha li hewldanên hukûmetê binêrin. Gerîlayên Kurd gotin emê şer biqedînin û qedandin. Lê ji aliyê Tirkiyê ve ti gav tineye. Di şûna demokrasiyê de hîn bêtir hegemonyayê bi pêş bixînin.
Di mijarên azadiya ramanê, rêveberiyên herêmî, şertê rêveberiyên herêmî yê Ewropayê, rewşa girtinê ya siyasetmedarên Kurd ti gav nehatine avêtin. Ji 10 hezar kesî 8 hezar jê di nava 2 salan de hatin girtin. PKK'ê beriya niha dîlên di destê xwe de serbest berda.
Niha herkes dixwaze bibîne ka lîderên Tirk demokrasiyê dixwazin an na. Ewropiyan jî ji Tirkiyê xwestin ji bo demokrasiyeke dorfireh bikeve nava hewldanan."
HAIDER: DIVÊ CPG Û KONSEYA EWRÛPA HIN ÇALAK BIN
Endamê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re Reîner Haîder jî weha peyivî:
"Hin doz 10 sal in disekinin. Divê doz û daxwazên Ocalan ên li ser mercên îzolasyonê bi dawî bibin. CPT û Konseya Ewropayê ji bilî gotina "tiştên baş dibin" divê helwesteke çalaktir nîşan bidin. Mîna di doza Tîmoşenko de, divê rola Ocalan a di vê pêvajoyê de jî li ber çavan were girtin. Pêwîste komîteya siyasî pêşketin û gavên erênî yên di vê pêvajoyê de, destek bike. Û ev hemû bi rêk û pêk werin meşandin."