'Divê dewlet demildest gav bavêje'

'Divê dewlet demildest gav bavêje'

Di civînên gel ên li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê û navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê de hate diyarkirin ku ji bo pêvajo bi awayekî rêk û pêk bêş bikeve divê dewlet demildest gavan bavêje.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê civînên gel ên têkildarî pêvajoyê de berdewam dikin. Li gunên Dumîrlê, Şahvelat û Urtê yên Dêrîkê civînên gel pêk hatin. Di civînan de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin dliqandin. Di civînan de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinan civînan dest pê kir. Serokê Rêxistina Dêrîkê yê Adîl Aktaş, diyar kir ku gelê kurd û saziyên kurdan ji bo pêvajo neyê xitimîn dixebitin û wiha got: "Lê ji bo çareseriyekî demokratîk û atşiyekî mayînde divê gav bê avêtin." Endamên Meclîsa Şaredariyê Şeyhdavut Baydu jî bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û wiha got: "Gelê kurd di dîrokê de tu caran nebûye alîgirê şîdet, pevçûn û şeran. Gelê me ji bo xwedî li nasname û rûmeta xwe der bikeve parastina rewa kir. Têkoşîna azadiya gelê kurd û serokatiya wê di pêvajoya 30 salan de her tim aştî û demokrasî di rojevê de girt. Hişmendiya tevgera azadiya kurd û serokatiya wê ji aliyê gel ve erenî hate dîtin. Ji ber vê yekê em niha weke gel ji aştî û çareseriya demokratîk re amade ne."

Dayîka bi navê Emîne Yilmaz a ku di pevçûnan de 2 zarokên xwe winda kirin jî axivî û wiha got: "Ez rojê 5 caran nimêjan dikim û piştî nimêjan ji bo aştiyê duayan dikim. Zarokên min jiyana xwe ji dest dan lê bila zarokên tu kesên din jiyana xwe ji dest nedin. Ji bo ku aştî pêk bê divê Rêber Apo serbest bê berdan." Dayîka bi navê Şerîfe Dogan a ku zarokekî wê di nava PKK'ê de jî diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê dewlet demildest gavan bavêje û wiha got: "Divê em jî xwedî mafên wekhev bibin. Dîsa di serî de Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî divê serbest bên berdan." Welatiyên bi navê Gulê Esen û Meles Daniş jî xwestin ku Ocalan serbest bê berdan.

HEZEX 

Li gundê Delavêqesrê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê civîk pêk hat. Civîn ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Hezexê ve pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Hezexê Ekrem Şavli, rêveberên BDP'ê, wekîlê şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û bi sedan welatî tevlî civînê bûn. Qada gund a ku civîn lê pêk hat bi alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin û jin bi kincên gelerî tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya berdewam dike û wiha got: "Di têkoşîna 30 salan de erdnîgariya kurdan bi xwîna ciwanên kurd hate avdan. Girtîgeh bi rêhevalên me hatin dagirtin. Bi bedelên hatin dayîn gel hate vê astê. Heta gelê kurd û serokê gelê kurd azad nebe aştî pêk nayê. Em ji gelê xwe dixwazin ku hêj bêtir bi hêz tevlî pêvajoyê bibin."

CIZÎR 

Li gundê Gozik ê Cizîrê yê Şirnexê jî bi heman armancê civîn pêk hat. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Atabîlen, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê civînê dest pê kir û Rêberê BDP'ê yê Cizîrê Abdurrahîm Oruç axivî û wiha got: "Bi saya çalakiyên gerîla ên serkeftî yên di sala 2012'an de dewlet neçar ma gav avêtin. Heta Ocalan azad nebe aştî pêk nayê."